Temenê Dinya yê çiqase, kesek Nizan'ê. Hinek lîkolîner dibêjin 30 mîlyon sale, lê bawerim zêdetire. Qewm û qewmîtî bi aborîye mezin re derketîye holê. Texrîben 171 sale ku qewmîtî xwe derdixê pêş. Lê lîkolîner liser Gel û qewme hinek fikir û remanê xwe dema dibêjin. Dîrok li Mezopotamîye dest pê bûye. Dema dîrok Du bare bûye dîse liser axe Mezra botan pêk hatîye, yek jê li Şehrî Nuh zîndî búye. Ew qewmê yekem ku livir jîyan kirîye Gutî u Arîye. Lê çiqas bâlkèşe ev qewm ji her tiştî mahrum maye u qedexebûn liser hebûne wî tim berdewame. Ji ketîbûne kûçik heta dîtne gêsin u cotkarî u çandê vî qewmê Kurd pêk anîye. Îro li cîhan gelek ziman u qewm hene, ên ku aferoz bûye Gelê Kurde. Ew di rêze yekemdeye. Dîse ev ne besbûye, bi war u her hebûne xwe parçe, parçeye. Çime gelo? Ilm u zanistî jêre qedexe kirine, wek eşîr u herem parçe parçe, tim şerê navxeyî kirîye. Lê tu kes nebûye dost u dilxwazê wî. Dema daxazîyê xwe anîye rojevê bi balyoz li serê wî xistine u xwedî dozkàr darve kirine û mixbirê xwe xistine navde u dane xapandin. Ji zarokê pêçekê heta bi kàlê heftê (70)salî qetil kirine u dîrok fehêt nekirîye. Ax, av, roj, û ganîmeta bin erd çavê herkesî tède bûye. Tim liser şer pêk anîne û şer kirine.
Îro, bi seda li cîhan komar hene, gelek jiwa nebûne laik û forse xwe li Kurde dikin, jibon ku Kurd ne xwedî komar'in.
Roj hat gelek sîstem hilweşîyen, lê zilm u zora liser Kurde ne hilweşa. Lê hinek kevir di cîyê xwede helîyen û guhertin pêk hat. Dewran zîvirî û dem bu dema teknîk, teknolojî, sîstemê nû. Aborîye mezin û dedthilat darê wê jibon ku ser pîye bimînin hinek firset dane bindeste, Kurd jî ev dîtin u şerê Kurde jibon mafê wayî rewa tim di rojevê de bûye. Di vê merhelê de gava herî dîrokî Qadî Mûhammed liser ava kirine komara Mahabad avêt. Lê Rus û hevçengê wa ferman rakirin û serok komar û Gel û rê hevalê wî qetil kirin, Wê demêde serok Mistefa Barzanî analîzeke dîrokî û bîryareke bi rûmet kir û da. Ku Dema hun têk biçin, bê hêvî nebin, ku hun biser ketin serxoş nebin û şerê vê dozê berdewame û PDK dayî demezerandin. Ev gav bû rûmete Gelê Kurd û marqeke Cîhanî. Ev li hesabê xeta reş û xêrnexwazê Gelê Kurd nehat û qomplo liser qomplo pêk anîn û liher cîyî fermane Kurd îlan kirin. Lê hesabê malê, ên súkê hevdû negirt û Kurd ketin rojeva Cîhanê. Kurde sîyasete netew fahm kir, liser dîplomasî gihiştin. Lê bar girane û pisgirêk pirin, li himberê vê bahozê serokekî zanist, xwedî tecrûbe, netewperwer, bi cesaret heye, ewe serok Mesûd Mistefa Barzanî, ev jî jibon Kurd, cîran û Cîhanre şensekî mezine. Dema ku Kurd, cîran, Cîhan lê gûhdar bikin Dewran eve û dem wê nû, xweş û aram bibê, eger ev pêk newê, wê serê cîhanê ser bi ser di teşqelê bi qirêj de binin. ..
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.