Gelê Kurd ji şer û pevçûn û bedele de li Cîhan búye mîne. Dîse Kurd parçe, bindest û ji mafê xweyî rewa mahrûme, çime û kîye sebebi? Ji darvekirine Şêx Ebdûlselam Barzanî û heta bi mîlyone Kurd ji Rojava penaberbûn , her aqîbetê dijî însanetî hate serê Kurd û hên jî berdewame. Komare îran her roj Kurde darve dikê.
Di vè dewrêde Rojava kete rojevê. Pêwendî hatin danîn û gotin Esad zilmeke mezin dikê. Bi mîlyone Kurd bê nasnamene û mîne şewitandine zarokê Kurd ku li sîneme Amûdê hatin şewitandin. Cîhan dibin rêvebertîye serokê Emrîke bîryareke dîrokî sitand , gotin 2009 de em rejime Esad têk dibin û mîne Seddam bere xilas bibê. Serok Mesûd Mistefa Barzanî hêz û partî û Gelê Rojava hişyarkir û ku welatê xwe bernedin. Lê xeta reş a navdewletî dest bi lîstike kir û Gel warê xwe berda û penaberbû. Emrîke bîryar paşve xist. Êdî Rojava bu meydane şer û wèranbû, Lê hênjî Esad ser pîyeye û li hereme wî tiştek jî nebûye. Gelo kî dibê âlîkàr û çime?
Ev heye bi deh sale ku şer û fermane li Rojava berdewame. Gelo Kurde ji vê aqîbete xerab çi ders derxistine? Bakur ser xendeke tar û mar bû. Başur çû referandomê û îrade xwe dîyar kir, dîse xeta reş û cahşê li welatê dest bi pêk anîne projê xwe kirin û xîyaneteke mezin pêk hat, lê serokê dîrokî û Gelê Başur îrade xwe berneda û serî ne danî. Bi saye vê keda mezin îro Cîhan ser bi ser rêz digrê jibon Gel û serokatîye netew re. Gelek mîne hene û Başur bi coşeke mezin berbi serkeftine dîrokî ve diçê. Hinek prewaqetor di xwazin lîstike bikin, lê bi ser nakevin. Ev gavê dîrokî gelek derî vekirin û di vekê. Jibon ku Kurd nûjen Dîrokê bi nivîsin, bên cem hevdû, li hevdû guhdar bikin û stratejik proje amede bikin û têxin jîyanê. Qomiteke bi hêz û xwedî aqilê bilind ava bibê û li Cîhan dest bi pêwendî û xebate dîplomasî bikê û Rojava tim di rojevê de bigrê û mafê Kurd bidê qebûl kirin. Rojava Azad bibê û di yek xetêde bi Başur re cîh bistînê.
Îran ketîye çemberê, hêza Kurd an li Rojhelat Kurd wê xurt bikin û di warê hiqûqîde gilîyê Îran bibê û Cîhan tevde li himberê îran helwesteke dîrokî dênê. Li Bakur di warê dîplomasî û Kultir û çandêde hwd yek pare xebat bibê. Qomitê Kurd pêwendî û bi dosyayê hêja bi Komarê Cîhan re dênin û doz û mafê xwe bidinqebûl kirin. Gelê Rojava vegerê warê xwe û projê nû pêk bînin.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.