Ji şoreşe Fransî û heta wek îro çend Gel Azad bûn û çend komar çêbún?Dema lîkolîn bibê, rewşeke bàlkêş wê derkevê holê. Dubai ne mîlyoneke, lê Komare wê heye, Kurd 60 mîlyonin parçe parçene, bi ser parçebûne wade her roj ser serê wa fermane, çime gelo? Ev fermanê ku pêk tên kîye/kîne mesûl ?Xelk û alem zane dibê, maldar dibê, lê Kurd faqîr dibin û tim têne xapandin, çime?
Dîrok li welatê Kurde ava bûye û Kurd her mafê xwe winda kirine û ji bindest búne wirdetir bindest'tin.8-10 mîlyon Kurd penaber bûne, kîye sebebi? Bi rojane Kurd bi darve dibin, cîhan nabînê? Dema mirov va tişte tênê ber çavde, Du (2)xal derdikevin holê 1-neyekbûne Kurde, 2-Bejewendperestîye Cîhan û serkêşê wê.
Ên ku Kurd nezan hiştin serkêşê cîhanin. Ên ku welatê Kurde parçe kir, dîse serkêşê cîhanin. Serokê SSCB (Rusya)Lenîn bi alîkarîye Londo şoreş pêk anî û hewqas nivîstîye, lê bi yek gotinê bahse Kurde nekirîye, wê Putîn çawa bibê alîkârê Kurde. Lê wextekî Kurde şerê hevdû dikirin jibon Rus û serkêşê wê, ew nexweşî hên jî berdewame. Kurd biher kesîre dibin yek, lê bi hevdûre nabin yek, ev çi nexweşîyeke gelek xerabe, mirov naxwazê tefekûr bibê...Li sinema Amûdê bi seda zarokê Kurde komare Surî şewitandin û hên jî Kurd dest didine serkêşê Suriye, serkêşe û dibêjê ez jibon Kurde xebatê dikim, lê jibon Kurdê Rojava dibê ew mihacirê Surîye ne.
Şoreşê xelkê 50 sal berdewam nebûne, lê şoreşe Kurde ev heye ku 502 sale ku berdewame û hên jî Kurd bindest, parçe û mihacirin. Weke ku Kurd qetil û bi darve bûne, li ti welat û li ti Gel'î ev aqîbeta xerab pêk nehatîye û cîhan hên jî lîstike sê meymune liser Kurde di lîzê, ev çawa edalet û wîjdane, yanî ti mafê Kurde tûneye?Serok Mistefa Barzanî her tişte xwe jibon doza Kurd feda kir, malbata wî berdewam kir û cîhan tev de zanê, lê 2017 de di refarandomêde xîyanet lê kirin û Kurd berdane hevdû û fermane 28-38 car bû. Lê hêz û zanistê Kurd ji vê aqîbeta xerab derseke dîrokî dernaxin. Jibon doza Kurd salek zîndan nebûye, dibêjê pêşmerge çetene, ev tiştekî acêbnemayîye. Bi hezare gund xerabún, bi mîlyone Kurd qetil bûn û penaber búne, hên jî Kurd parçe parçene, êdî ev dem dema dawîye, an Kurd wê jibon xwe bibin, dest bidin hevdû di xeta netewde, an jî lîstike sê meymûne, wê liser serê Kurde berdewam bibê û ev lê lê ye; Hên lolo maye. ...
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.