'Destûra me rê nade welatê me li dijî welatên cîran bibe qada êrişê'

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên got “Destûra Iraqê rê nade welatê me bibe qada êrişê li dijî welatên cîran.”

23.02.2023, Per - 06:41

'Destûra me rê nade welatê me li dijî welatên cîran bibe qada êrişê'
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên bi Wezîrê Derve yê Îranê Husên Amir Ebdullahiyan re ku serdana Bexdayê kir re civiya.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên bi Wezîrê Derve yê Îranê Husên Amir Ebdullahiyan piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xistin.

Husên diyar kir ku serdana Wezîrê Derve yê Îranê di vê çarçoveyê de girîng e û got "Bexda navenda tevgera dîplomatîk a herêmî û navneteweyî ye."

Fuad Huseyîn diyar kir ku wan bi aliyê Îranê re li ser mijara ewlehiya sînor gotûbêj kirine û dibêje “

Hikûmeta Iraqê li herêma sînorê bi Îranê re hin tedbîr girtin. Em di mijara derbasbûna hinek koman bo welatên çîran de toleransê nadin wê yekê. Destûra Iraqê rê nade ku welatê me bibe qada êrîşa li dijî welatên cîran.”

Husên diyar kir ku bi hevtayê xwe yê Îranî re têkiliyên aborî jî gotûbêj kirine. Wezîrê Derve yê Iraqê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

“Her wiha me li ser pereyên elektrîk û gaza xwezayî yên ku me ji Îranê werdigirin jî gotûbêj kir. Di têkiliyên me yên Washingtonê de jî (8ê Sibatê) ev mijar di rojeva me de bû. Me li ser projeya rêya hesinî ya Selemçe-Basra jî nîqaş kir. Li ser vê mijarê li qadê xebatên pratîkî hene. Me her wiha behsa pirsa rêya hesinî ya Kirmaşan-Bexdayê kir. Em piştgirîya lihevkirina Îran û Amerîka û vegera bo danûstandinên Viyanayê dikin.”

Wezîrê Derve yê Îranê Ebdullahiyan spasiya Iraqê kir ji bo mazûvaniya hevdîtinên Tehran û Riyadê.

Ebdullahiyan got “Hikûmeta Iraqê cidî ye ku nebe qada êrîşa li dijî welatên cîran. Hewldanên me yên ji bo başkirina têkiliyên me yên bi Iraqê re dewam dikin. Lihevkirina di navbera Îran û Amerîkayê de ji bo Iraqê girîng e. Tehran piştgiriya Iraqeke yekgirtî û serbixwe dike. Hêz û pêşketina Iraqê tê wateya hêz û ewlehiya Îranê. Em piştgiriya xwe ji Hikûmeta Iraqê re radigihînin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 230 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:50:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x