Plasschaert: Girîng e hemû êrîşên li ser axa Iraqê bêne rawestandin

Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert di civîneke awarte ya Encûmena Asayişa Navdewletî de ragihand, “Iraq daxwazê ji Tirkiyê dike ku hêzên xwe ji tevahiya axa Iraqê vekişîne û daxwaza lêkolînê dike.” Plasschaert herwiha got, Tirkiyê ragihandiye ji bo zelalkirina bûyera li Zaxoyê bi Iraqê re alîkariyê bike.

27.07.2022, Çar - 11:55

Plasschaert: Girîng e hemû êrîşên li ser axa Iraqê bêne rawestandin
Nuçe Belav bike

Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert di civîneke awarte ya Encûmena Asayişa Navdewletî de ragihand, “Iraq daxwazê ji Tirkiyê dike ku hêzên xwe ji tevahiya axa Iraqê vekişîne û daxwaza lêkolînê dike.” Plasschaert herwiha got, Tirkiyê ragihandiye ji bo zelalkirina bûyera li Zaxoyê bi Iraqê re alîkariyê bike.

Encûmena Asayişa Navdewletî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî îro li ser daxwaza Iraqê derbarê êrîşa li navçeya Zaxoyê civiya ku di encamê de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 26 sivîl jî birîndar bûn.

Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert derbarê êrîşa li ser gundê Perex ê Zaxoyê bi rêya videokonferansê beşdarî civîna Encûmena Asayişê ya Neteweyên Yekbûyî bû û derbarê êrîşê de hin zanyarî dan.

Jeanine Hennis-Plasschaert di destpêka axaftina xwe de gotinên xwe yên di civîna berê ya Encûmena Asayişê de bibîr xist ku gotibû êrîşên li dijî Iraqê wî welatî lawaz dikin û tekezî li heman gotinên xwe kir.

Plasschaert derbarê êrîşa li Zaxoyê de wiha axivî:

“20’ê Tîrmehê piştî nîvro 5 top li Perexê ku cihekî geştiyariyê yê navdar e, ketin. Wekî ku di vê demê salê de tê hêvîkirin, ev havîngeh ji mêvanan di nav de zarok tije bû.

Topa yekem li girekî çol û ber bi Perexê ve ket. Lê belê topên din li navenda seyrangehê ketin û di encamê de zarokek 1 salî û 3 jê zarok 9 sivîl hatin kuştin û 33 kes jî birîndar bûn. Ji birîndaran bo 11 kesan emeliyat hat kirin û rewşa 3 ji wan hêj giran e.”

Plasschaert diyar kir ku yekser piştî êrîşê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî komîsyonek ava kir û di heman rojê de wê komîsyon serdana cihê êrîşê kir da ku şahidiya wêraniyê bike, delîlan berhev bike û bi şahidan û rayedarên herêmî re biaxive.

Di berdewamiya axaftina xwe de Nûnera Taybet a NY li Iraqê da xuyakirin, “Hikûmeta Iraqê bi nirxandina delîlên berhevkirî, bi eşkere ev bûyera trajîk xistiye stûyê hêzên çekdar ên Tirkiyê. Ji aliyê din ve Wezareta Derve ya Tirkiyê daxuyaniyeke çapemeniyê da û tê de ragihand ku Tirkiye li dijî her cure êrîşên li dijî sivîlan e û ji bo eşkerekirina rastiyê amade ye gavên pêwîst bavêje.”

Jeanine Hennis-Plasschaert herwiha da zanîn, Wezareta Derve ya Tirkiyê daxwaz ji rayedarên hikûmeta Iraqê kir ku nekevin bin bandora PKKê û propagandayê wê û PKK bi encamdana êrîşê tohmetbar kir. Herwiha Balyozxaneya Tirkiyê ya li Bexdayê jî di peyamekê de PKK tohmetbar kir, lê di heman rojê de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) red kir ku ti hêzeke wan li herêmê hebe û Tirkiye weke berpirsyarê êrîşê nîşan da.

Plasschaert destnîşan kir, “Iraq daxwazê ji Tirkiyê dike ku hêzên xwe ji tevahiya axa Iraqê vekişîne û daxwaza lêkolînê dike.”

Di heman demê de Plasschaert diyar kir, Tirkiyê ragihandiye ji bo zelalkirina bûyera li Zaxoyê bi Iraqê re alîkariyê bike.

Nûnera Taybet a NY li Iraqê di beşeke din a axaftina xwe de ragihand, “ev êrîşa metirsîdar li ser navçeyeke geştyarî ya naskirî, bêrêziyeke şokhêner e ji bo jiyana xelkê sivîl.”

Jeanine Hennis-Plasschaert amaje bi wê yekê kir ku gelekî girîng e hemû êrîş li ser axa Iraqê bêne rawestandin, ji ber ku ne tenê aloziyan li Iraq û navçeyê çêdike, lê jiyana sivîlan dixe metirsiyê.

Iraq bi fermî û di asta herî bilind de Tirkiyê bi êrîşa 20ê Tîrmehê tometbar kir lê Enqere red kir ku ew li pişt êrîşê be.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 392 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:03:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x