Qasim Erecî: Mala Pêşrew Dizeyî ne baregeha Mossadê ye

Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê û Serokê Lijneya Lêkolînê ya ji bo Êrişên Mûşekî yên Îranê yên li Hewlêrê Qasim Erecî got, “Xaniyê hatiye mûşekbarankirin mala karsazakî sivîl e, ne baregeha Mossadê ye.”

16.01.2024, Sal - 16:16

Qasim Erecî: Mala Pêşrew Dizeyî ne baregeha Mossadê ye
Nuçe Belav bike

Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê Hewlêrê Qasim Erecî tevî şandeyekê hatiye Hewlêrê û ji bo lêkolînan çû cihên bûne armanca mûşekên Îranê.

Qasim Erecî diyar kir ku li ser daxwaza Serokwezîrê Îraqê Mihmed Şiye Sûdanî, ji bo li ser êrişan lêkolînan bike û agahiyan berhev bike lijneyek ava kiriye.

Erecî da zanîn ku li ser îdiayên hebûna baregeha Mossada, wan hemî xanî dîtin û got:

“Me dît ku ev xaniyê karsazekî sivîl e û ew propagandaya ku baregeha Mossadê kiriye armanc ji rastiyê dûr in.”

Erecî da zanîn ku rapora ku li gel saziyên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê bê amadekirin, ew dê pêşkeşî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê bikin.

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî derdora saet 23:30î bi deh mûşekan êrişî 8 cihên Hewlêrê kir û pênc ji van mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî, keça wî ya bi navê Jîne û mêvanê wan Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan e canê xwe ji dest da.

Herwiha 16 kesên din jî birîndar bûn.

Supaya Pasdaran a Îranê de îdia kir ku wan bi mûşekên balîstîk li “baregeha Mosadê ya li Hewlêrê û hedefên DAIŞê yên li Sûriyeyê” xistiye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 207 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:01:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x