Heşda Şeibî gefa Ala Kurdistan li YNKê xwar

Hat ragihandin ku rêxistina Esaib Ehli Heq nivîsek ji nûnertiya YNKê ya li Kerkûkê şandiye û tê de gef li YNKê xwariye ku ala Kurdistanê di pîrozbahiyên Newrozê û xebatên hilbijartinan de ranekin.

08.03.2018, Per - 05:51

Heşda Şeibî gefa Ala Kurdistan li YNKê xwar
Nuçe Belav bike

Rêxistina Esaib Ehli Heq di bin banê Heşdaî Şabî de ye ku hat ragihandin ku ji aliyê berpirsê ofîsa vê rêxistinê Hecî Ebu Safî ve ji bo nûnertiya YNKê ya li Kerkûkê nivîsek hatiye şandin ku di wê nivîsê de gef li YNKê hatiye xwarin hatiye gotin bi ti awayî ew destûr nadin ku di pîrozbahiyên Newrozê û di xebatên hilbijartinê de ala Kurdistanê rakin.

Li ser vê yekê berpirsên YNKê serî li Parêzgarê Kerkûkê Rakan Seîd Cibûrî ku ji Heşda Şeibî ye, dan û fikarên xwe anîn ziman.

Roja 16ê Cotmehê ji ber îxaneta beşeke ji nav YNKê Kerkûk û deverên din yên Kurdistanî ji aliyê çekdarên Iraqî û Heşda Şeibî ve hatin dagirkirin.

Di pevçûnan de bi dehan Pêşmerge û xelkê sivîl hatin şehîdkirin. Zêdetirî 200 hezar xelkê sivîl ji cih û warên xwe bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1282 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:46:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x