YNK: Kurd dikarin di çend seetan de Kerkûkê kontrol bikin

Endamê Polîtbûroya YNKê Mehmûd Sengawî ragihand ku kurd dikarin di nav çend seetan de bajarê Kerkûkê kontrol bikin, lê kurd divê li şûna şer diyalogê bimeşînin.

01.03.2018, Per - 07:35

YNK: Kurd dikarin di çend seetan de Kerkûkê kontrol bikin
Nuçe Belav bike

Mehmûd Sengawî di axaftina xwe de got: "Malbata Mam Celal Talebanî hewl da ku Berhem Salih vegerîne YNKê, lê bi ser neket. Kurdan siyaseta cîhan, hêzên navdewletî û welatên cîran nekarîne bixwînin û ji ber vê li hember vê krîzê rûbirû mane. Li herêmê wê şerekî mezin biqewime û kurd bi zirareke herî kêm dê vegerin Kerkûkê."

Sengawî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Bihêzbûna DAIŞê li herêmê, aloziya navbera Îsraîl, Amerîka, Îran û welatên kendavê, dibe ku şerekî bide destpêkirin. Dibe ku di encama bûyeran de ji bo kurdan derfetên guncaw bo vegera Kerkûkê derkevin holê. Divê em biryar bidin ku em ê çi bikin. Biryara PDK ya li ser deverên nakok xelet e. Divê kurd nekevin xeletiya ku erebên sunî ketine wê xeletiyê. Hejmara wan kêm be jî, divê nûnerên kurdan hebin. Boykotkirina hilbijartinan ji bo ereb û tirkmenan cihê kêfxweşiyê ye."

Rêvebirê YNKeyî ji bo pirsgirêkên nav partiyê got: "Ez li aliyê Kak Kosret im, çimku dizanim ku ew mafdar e. Ne li aliyê Hêro Xan. Hêro Xan hevjîna Mam Celal e û ez rêz li ber wê digrim. Lê ji ber siyaseta şaş a ku Hêro Xan dimeşîne, YNK ketiye vê rewşê."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1238 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:28:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x