Ji Rûsyayê daxuyaniya Îdlibê: Depoya çekên kîmyewî ya milîtanan hat bombekirin!

Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li Îdlibê di encama êrişa balafirên Sûriyeyê de depoya çekên kîmyewî ya aîdî milîtanan hat bombekirin.

06.04.2017, Per - 09:59

Ji Rûsyayê daxuyaniya Îdlibê: Depoya çekên kîmyewî ya milîtanan hat bombekirin!
Nuçe Belav bike

Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li Îdlibê di encama êrişa balafirên Sûriyeyê de depoya çekên kîmyewî ya aîdî milîtanan hat bombekirin.

Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê Îgor Konaşenkov derbarê êrişa bajarê Îdlibê ku ji çend çavkaniyan weke êrişa balafirên Rûsya û Sûriyeyê nîşan dabûn daxuyaniyek belav kir.

Îgor Konaşenkov di axaftina xwe de got: \"Li bajarê Îdlib yê Sûriyeyê depoya çekên kîmyewî ku ji terefê milîtanan ve dihat çêkirin ji terefê balafirên Sûriyeyê ve hatin bombekirin. Êrişa hewayî li bajarê Îdlibê li herêma Han Şeyhun li dijî depoyeke çekên kîmyewî ya muxalifan pêk hat.\"

Konaşenkov di berdewamiya axaftina xw de got: \"Ew depoya çekan ji bo çekirin û veşartina çekên kîmyewî dihat bikaranîn. Niha van çekên kîmyewî sewkî Iraqê dikin û li wir bikar tînin. Ev ji terefê saziyên navneteweyî û yên Iraqê ve jî hatiye serastkirin.\"

Berdevkê wezaretê dirêjiya axaftina xwe de got: \"Sala borî leşkerên pispor ên rûsî li bajarê Helebê nimûne berhev kiribûn, ew nimûne û yên Îdlibê weke hev in. Ev agahî bi şeweyekî objektîf hatine erêkirin.\"

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1178 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:38:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x