Rûsya sîstema federaliyê wek çareserî ji bo arîşeyan Sûriyê dibîne

Cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê îro ragehand ku Mosko bi hêvî ku beşdarvanên gotûbêjên Sûriyê bigehne nêrîna damezirandina Komara federal û serkirdeyeke PDKS jî pêşewaziyê li vê yekê dike.

03.01.2017, Sal - 19:02

Rûsya sîstema federaliyê wek çareserî ji bo arîşeyan Sûriyê dibîne
Nuçe Belav bike

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergei Ryabkov daxwaz li Sûriyan kir ku pîvanekê ji bo çarçoveya siyasetê li pêşeroja Sûriyê de diyar bikin ku yekparçetiya axa Sûriyê esas bigire û li nav de hizra damezirandina komareke federalî.

Berpirsekî PDKS(Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê), Ebdulrehman Ebtan di daxuyaniyekê bo BasNewsê ragehand ku:”Şêwaza here guncav ji bo pêşeroja Sûriyê minaka federaliyê ye” û amaje kir ku:”Desthelata navendî li Sûriyê, welat gehandiye vê rewşa xirab.”

Berpirsê Rûsyayê nigeraniya xwe li ser amadekariyên leşkerî yên Tirkiyê li ser sînorê Sûriyê anî ziman û got ku:”Rûsya nigerane li tevgera leşkerî ya Tirkiyê li ser sînorê Sûriyê.” Û tekezî jî kir ku her mudaxeleyeke Enqerê dibe sedema têkçûna agirbesta Sûriyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1441 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:15:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x