Rûsyayê li ser xwepêşandanên li Îranê daxuyanî belav kir

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê diyar kir ku ew naxwazin protestoyên li Îranê bi tundî û xwînrijandinê berdewam bikin û derbirî ku destwerdana ji derve nayê qebûlkirin.

01.01.2018, Pts - 17:11

Rûsyayê li ser xwepêşandanên li Îranê daxuyanî belav kir
Nuçe Belav bike

Di daxuyaniya wezaretê de hat ragihandin ku protestoyên li Îranê, ku ketine roja 5an, meseleyeke navxweyî ye.

Wezaretê dest nîşan kir ku ew naxwazin bûyer bi tundî û xwînrijandinê berdewam bikin û ev tişt anîn ziman, "Destwerdanên ji derve yên dê rewşa welêt bêîstiqrar bikin, nayên qebûlkirin."

Roja pêncşemê ya borî li gelek bajarên Îranê ji ber rewşa aborî xwepêşandan dest pê kirin lê ev xwepêşandan paşê veguherîn rengekî dijrejîmê û hatibû daxuyandin ku di van xwepêşandanan de 12 kes mirine.
Duhî bi sedan kes jî hatibûn desteserkirin, ku piraniya wan li Tehranê bû. Herwisa sepanên medyay civakî yên wekî Telegram û Instagramê jî bi awayekî demkî hatibûn astengkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1368 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:23:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x