DAIŞê careke din li Reqayê êrîşê HSDê kir

Çekdarên şaneyeke DAIŞê îro li bajarokê Cidêdat ê ser bi Reqayê ve êrişî wesayiteke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser (Asayişa Rojava) kirin.

29.12.2022, Per - 11:06

DAIŞê careke din li Reqayê êrîşê HSDê kir
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyan, îro Pêncşemê 29ê Kanûna 2022an grûpek ji çekdarên DAIŞê li bajarokê Cidêdat ê Reqayê ku 45 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Reqayê ye, êrîşî wesayiteke Asayişa Rêveberiya Xweser kirin.

Çavkaniyekî ewlehiyê ji medyaya nêzîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re ragihandiye, dema ku wesayita hêzên wan li bajarokê Cidêdat ê li rojhilatê Reqayê, di ber Goristana Şehîdan re derbas dibû, ji aliyê endamên şaneyeke DAIŞê ve hatiyee hedefgirtin.

Li gor zanyariyên destpêkê, di encama êrîşê de 2 endamên Asayişa Rêveberiya Xweser birîndar bûne.

Birîndar bo nexweşxaneya bajêr hatine veguhastin.

Ev duyemîn êrîşa DAIŞê li dijî hêzên ewlekariyê yên Rêveberiya Xweser li sînorê Reqayê ye.

Derbarê hûrgiliyên êrîşê de hêj ti agahiyên zêdetir û zelal nehatine bidestxistin.

Asayişa Rêveberiya Xweser û HSDê jî hêj derbarê êrîşê de ti agahî belav nekirine.

DAIŞê roja 26ê Kanûna 2022an li bajarê Reqayê êrîşî navenda hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser a (Rojava) kir û Hevserokê Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Heco ragihand, di êrîşê de 3 kes ji hêzên Asayişê û 3 şervanên HSDê canê xwe ji dest dan.

Piştî êrişa DAIŞê ya li dijî navenda hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser a li taxa Diriyê, Komîteya Hundirîn a Meclisa Sivîl a Reqayê qedexeya derketina derve ya giştî ragihand û li bajêr operasyoneke berfireh da destpêkirin ku hêj didome.

Li aliyekî din Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk îro di dauxyaniyekê de ragihand, hêzên wan li dijî şaneyên DAIŞê li herêmê û bi taybet li Til Hemîs û Holê operasyonek bi navê “Birûska Cizîrê” dane destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 276 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:19:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x