Reutersê nûçeya perçekirina termê Barîn Kobanê ji aliyê ASAyê ve belav kir

Ajansa Reutersê nûçeya şervana YPJê Barîn Kobanê ku di şerê Efrînê de, jiyana xwe ji dest dabû û çekdarên ku artêşa Tirkiyê piştgiriya wan dike, termê wê parçe kiribûn û teşhîr kiribûn belav kir.

03.02.2018, Cts - 17:48

Reutersê nûçeya perçekirina termê Barîn Kobanê ji aliyê ASAyê ve belav kir
Nuçe Belav bike

Di nûçeyê de, tê gotin ku termê şervana YPJê Barîn Kobanê ji aliyê çekdarên girêdayî artêşa tirk ve hatiye parçekirin û vîdyoyên wê li ser torên medya civakî hatine parvekirin.

Tê bibîrxistin dku Tirkiyê piştî 8 salên şerê Sûriyê eniyeke din a şer li Efrînê li dijî şervanên kurd vekiriye û bi beşdariya çekdarên piştgiriya wan dike êrîşên hewayî û bejahî pêk tîne.

Ji bo vîdyoya Barîn Kobanê tê gotin ku yek ji milîtanê Tirkiye piştgiriya wan dike, di vîdyoyê de termê şervana YPJê yê parçekirî li erdê digindirîne û bêrêziyê lê dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2812 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:39:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x