Artêşa Tirkiyê li 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê dest bi operasyoneke nû kir

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand ku artêşê li parêzgehên Diyarbekir, Çewlig, Mûş û Êlihê operasyoneke leşkerî daye destpêkirin.

24.12.2022, Cts - 08:04

Artêşa Tirkiyê li 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê dest bi operasyoneke nû kir
Nuçe Belav bike

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand ku artêşê li parêzgehên Diyarbekir, Çewlig, Mûş û Êlihê yên Bakurê Kurdistanê operasyoneke leşkerî ya bi navê “Eren Dorpêç-Payîz-Zivistan-18” daye destpêkirin.

Suleyman Soylu îro 24ê Berfanbara 2022an serdana navçeya Licê ya ser bi Diyarbekirê kir û ragihand ku artêşa Tirkiyê li dijî PKKê dest bi operasyoneke leşkerî kiriye ku 4 parêzgehan li xwe digire.

Li gor daxuyaniya Wezîrê Navxwe, li parêzgehên Diyarbekir, Çewlig, Mûş û Êlihê ji aliyê fermandariyên heman parêzgehan ve bi hevbeşî û beşdarbûna 3 hezar û 650 cendirmeyên hêzên taybet, polîsên hêzên taybet, komando dê operasyona bi navê “Eren Dorpêç-Payîz-Zivistan-18” bê kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 319 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:12:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x