Li Bedlîsê elektirîka 2200 malan ji zibil tê dabînkirin

Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ji zibilê li navenda bajêr û navçeyên wê tên komkirin, elektirîka tê berhemanîn û bi vê elektirîkê pêwîstiya 2 hezar û 200 malan tê dabînkirin.

13.06.2023, Sal - 13:18

Li Bedlîsê elektirîka 2200 malan ji zibil tê dabînkirin
Nuçe Belav bike

Li parêzgeha Bedlîs û navçeyên wê, karmendên paqijiyê yên şaredariyan, li ser kuçe û kolanan rojane bi qasî 250 ton zivil kom dikin û bo tesîsa depokirina zibilê hişk a li ser rêya Bidlîs-Norşînê vediguhezînin.

Ji zibilê ku li qada depokirinê tê komkirin û ser wan tê girtin, gaza metanê derdikeve û her wiha ji vê gazê jî elektirîk tê hilberandin û bo xetên enerjiyê tê veguhestin.

Berpirsa Peywendiyên Gel li Yekîtiya Zibilê Hişk a Bidlîsê (BÎKA) Gulşen Başar diyar kir, ew zibilê şaredarî kom dikin, li tesîsê piştî ku kar li ser tê kirin jê elektirîk tê hilberîn.

Gulşen Başar destnîşan kir ku rojane nêzîkî 250 ton bermahî bo qada depokirinê werdigrin û got, "Şaredarî bermahiyên ku berhev dikin tînin vê derê. Bermahî li qada depokirinê tên şidandin. Ji gaza metanê ya ku durist dibe em elektirîkê hildiberînin. Elektrîka ku em ji gaza metanê hildiberînin dikare pêwîstiya elektrîka 2 hezar û 200 xaniyan dabîn bike."

Başar anî ziman ku ew bermahiyên ambalajan jî piştî ku prês dikin bi mebesta jinûve bikaranîn dişînin kargehan û got, "Bermahiyên wisa li kargeehan dibin maddeya xav, ev jî dibe sedema bikaranîna çavkaniyên siruştî bi awayekî bikêrhatî."

Başar herwiha tekezî li wê yekê kir ku di warê jîngehê de karên li vê derê bi tena serê xwe nikarin bigihêjin encameke baş, divê gel jî piştevaniyê bide û got, "Lazim e welatî jî bên haydarkirin. Me li navenda bajêr û li navçeyan perwerde da 9 hezar xwendekarên 87 dibistanan. Bi materyalên çapkirî û xebatên haydarkirinê me xwe gihand nêzî 12 hezar xwendekaran. Girîng e ku zarok hêj di biçûkiya xwe de bibin xwediyê vê haydarbûnê."

AA
Vî nûçeyê tevayî: 471 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:38:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x