Li Semsûrê bo pisporên ku li qada tendirustiya derûnî dixebitin perwerdehiyan dest pê kir

Li Semsûrê bo pisporên ku li qada tendirustiya derûnî dixebitin perwerdehiyan dest pê kir.

27.05.2024, Pts - 17:51

Li Semsûrê bo pisporên ku li qada tendirustiya derûnî dixebitin perwerdehiyan dest pê kir
Nuçe Belav bike

Bi piştgiriya eyaleta NRWê ya Almanyayê û bi hevkariya Enstituya Zanistên Tendirustiyê ya Navçandî (Institut for Transcultural Health Science), Zanîngeha Eyaleta Badenwuertembergê ya Almanyayê (Baden-Wuerttemberg Cooperate State University - DHBW), Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî û Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî ya Şaxa Diyarbekirê li Semsûrê bo pisporên ku li qada tendirustiya derûnî dixebitin perwerdehiyan dest pê kir.

Li ser navê koordînasyonê Derûnnas Siyabend Aslan anî zimên ku piştî erdhejên  6 û 7ê  Sibata 2023an bajar ne tenê ji aliyê fizîkî,  ji aliyê derûnî ve jî hilweşiyan. Piştî wan erdhejan bandorên derûnî îro xwe bêhtir didin der. Û ev rewş bi lêkolînên zanistî hatiye piştraskirin ku piştî van erdhejan gelek kes hê jî di bin bandora trawmaya erdhejê de ne. Û bi gelek kesan re nexweşiya stresê ya piştî trawmayê rû daye.  Em bixwe weke Psychology Kurdî ku di vê projeyê de weke alîkar piştgiriyê didin armanca van perwerdehiyên ku dê hefteyekê dom bikin ew e ku pisporên qada tendirustiya derûnî di rewşên wekî erdhej û karesatên dîtîr de û piştî van rewşên xerab bi awayekî profesyonel alîkariya mirovan bikin û ji aliyê derûnî ve piştgiriyê bidin wan kesan. Di vir de armanceke din jî ew e ku pisporên bên perwerdekirin piştî van perwerdehiyan alîkariya hevpîşeyên xwe jî bikin û ji wan re behsa van perwerdehiyan bikin, ew xwe bixwe perwerdehiyên wisa zêdetir bikin.

Perwerdehî li Semsûrê bo 25 kesên pispor hatine amadekirin ku ev kes derûnnas, asîstanên psîkiyatriyê, şêwirmendên derûnî, pisporên xizmeta civakî û pisporên geşedana zarokan in. Perwerdehî di navbera 27.05.2024-31.05.2024an de ne, hemû perwerdehî

rû bi rû ne û bêpere ne. Em hêvî dikin ku piştî vê perwerdehiya li Semsûrê heman perwerdehiyê li Hatay û Mereşê jî pêk bînin.

Kesên perwerdekar hemû di qada xwe de xwedî gelek xebat in û serkeftî ne.

Mijarên bernameya perwerdehiyê û kesên perwerdekar bi vî awayî ne:

•Alîkariya pêşîn a Derûnî di Rewşên Erdhej û Karesatan de (Deprem ve Doğal Afetlerde Psikolojik İlk Yardım Eğitimi)

Dr. Azad Günderci

Psîkiyatrîst û Psîkoterapîst

•Trawma û Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê: Teşxîs û Nêzîkahîtêdanên Tedawiyê (Travma ve Travma Sonrası Stres Bozukluğu: Tanı ve Tedavi Yaklaşımları)

Prof. Dr. Şahika Yüksel

Psîkiyatrîst û Psîkoterapîst

Rola Xizmetên Civakî di Rewşên Erdhej û Karesatên Dîtir de (Deprem ve Diğer Doğal Afetlerde Sosyal Hizmetlerin Rolü)

Dr. Adem Kiliç

Pisporê Xizmeta Civakî

•Erdhej û Piştî wê: Nêzîkahîtêdanên Derbarê Tendirustiya Derûnî ya Zarok û Kamilan (Deprem ve Sonrası: Çocuk ve Ergenlerin Ruh Sağlığına Yönelik Yaklaşımlar) 

 Doç. Dr. Veysi Çeri

 (Psîkiyatrîstê Zarok û Kamilan)

•EMDR: Serederîkirina li Hemberî Trawmayê (EMDR: Travma ile Başa Çıkma)

Prof. Dr. Burhanettin Kaya

•Wekî Metodeke Tedawiyê Psîkodrama

(Bir Tedavi Yöntemi Olarak

Psikodrama)

Dr. Ayfer Apaçık (Psikiyatrist & Psîkoterapîst & Psîkodramîst)

Psychology Kurdî

[email protected]

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 597 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:30:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x