Nerazîbûnên li dijî sizadana Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan û danîna qeyûm li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê berdewam in.
Hat ragihandin, di çalakiyên nerazîbûnê de, zêdetirî 120 kes hatin binçavkirin.
Piştî lêkolînên despêkê, piraniya kesên ku hatine binçavkirin hatin berdan û 22 kes bi armanca zîndankirinê bo dadgehê hatin şandin.
Dadgeha Wanê ji bo kontrola dadî, du rojnamevan berdan û biryara zîndankirina 20 kesan da.
Li Wanê nerazîbûnên dijî danîna qeyûm li ser şaredariyê didomin. Duh jî şandeke bilind a CHPê serdana bajêr kiribû.