PWKyê li Kercewsê li ser mezelê wî welatperwerê kurd Feyyaz Ekmen bibîranî

‘’Kek Feyyaz Di Dilê Me De, Di Têkoşîna Me De Dijî’’

30.04.2025, Çar - 15:42

PWKyê li Kercewsê li ser mezelê wî welatperwerê kurd Feyyaz Ekmen bibîranî
Nuçe Belav bike

PWKyê bi minasebeta 4emîn salvegera wefata wî, welatperwerê kurd, hevalê me Feyyaz Ekmen, li ser mezelê wî bibîranî.

Rêvebir û endamên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) yên ji Amed, Batman, Mêrdîn, Ruha, Hezo û Stenbolê hatibûn, roja 30.04.2025ê, li Kercewsê, li ser mezelê wî, welatperwerê kurd, kedkarê doza azadîya Kurdistanê, damezranêrê PWKyê Feyyaz Ekmen, li gel malbata wî bibîranîn.

Heyeta PWKyê Alaya Kurdistanê danîn ser mezelê Feyyaz Ekmenî û mezelê wî bi gulan xemilandin.

Di destpêkê de endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Mîrza Akar, bixêrhatina beşdaran kir û Mele Kazim fatîha xwend. Paşê ji bo Feyyaz Ekmen û hemû şehîdên Kurdistanê rêz hate girtin.

Birayê Feyyaz Ekmen, Bedrettîn Ekmen li ser nave malbatê bixêrhatin û spasîya beşdaran û PWKyê kir.

Paşê, Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Bedran Acar peyama Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk ya di derbarê jîyan, têkoşîn û keda Feyyaz Ekmen ya di doza azadîya Kurdistanê û di xebata PWKyê de xwend.

Helbestvanê kurd Şêxmûs Hemo jî helbesteke Cîgerxwîn xwend.

Serokê Teşkîlata Batmanê ya PWKyê Azîz Ozdemîr jî di derbarê jîyan û têkoşîna Feyyaz Ekmen de axaftinek kir.

Di dawîyê de hevjîna kek Feyyaz Ekmen, Mehtap Ekmen xanê û kurê Feyyaz Ekmen Mem Lorî axaftin û ji ber vê bibîranînê spasîya PWKyê kirin.

Bibîranîn bi vî şiklî bi dawî hat.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 360 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:32:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x