Iraq'ê sewkiyata neftê Kerkûk jibo Kurdistan rawestand

Wezareta neftê ya Iraqê bi nivîseke fermî daxwaz ji Şirketa Nefta Bakur dike ku şandina petrola xaw a Kerkûkê ji bo Herêma Kurdistanê rawestîne.

07.08.2017, Pts - 07:53 [ Güncellenme: 07.08.2017, Pts - 08:00 ]

Iraq'ê sewkiyata neftê Kerkûk jibo Kurdistan rawestand
Nuçe Belav bike

Alîkarê Wezîrê Petrol ê Iraqê Kerîm Xetab Cefer ê ku bi derxistina petrolê ve eleqedar e, roja yekşemê nivîseke fermî ji Şirketa Nefta Bakur re şandiye û tê de daxwaza rawestandina demildest a petrola Kerkûkê ji bo Herêma Kurdistanê kiriye.

Di nivîsê de hat daxwazkirin ku li ser pêwîstiyên kar, demildest şandina petrola xaw ji bo şirketa xwe ve bo Herêma Kurdistanê bidin sekinandin, herwiha rasterast berhema zêde ya proseya berhemanînê ji nava blokên taybet were embarkirin.

Ew biryara Wezareta Petrol a Iraqê di demekê de ye, ku li gorî amarên herî dawîn a lihevkirina navbera Hewlêr û Bexdayê, berhema rojane ya petrolê ya 3 blokên neftî yên Şirketa Nefta Bakur, ku rojane 160 hezar bermîl e, bi vî awayî tê dabeşkirin: "40 hezar bermîl bo parzûngeha Kelekê, hezar bermîl bo parzûngehên Kerkûkê, 20 hezar bermîl bo parzûngeha Baziyan, 10 hezar bermîl bo Bexdayê û 50 hezar bermîl jî bi rêya boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê bo Bendera Ceyhanê bihê şandin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1077 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:00:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x