Wezîrê Derve yê Amerîkayê di civîneke çapemeniyê de li ser teqîna li paytexta Lubnanê bajarê Bêrûdê axivî û diyar kir ku ew amade ne piştgiriya Hikûmeta Lubnanê bikin. Herwiha eşkere kir; Amerîka dê di çend rojên bê de kampanyayekê bide destpêkirin.
Mike Pompeo bi boneya şeşemîn salvegera jenosayda Şingalê destnîşan kir: “Ez dixwazim di şeşemîn salvegera jenosayda Êzidiyan de ku DAIŞê bi ser wan de anî, bi navê Serok Donald Trump û gelê Amerîkayê vê yekê bînim ziman ku em di piştevaniya gelê Êzidî de berdewam in.”
Pompeo diyar kir ku divê Amerîka li dijî komkujiyan, tiştê ku ji destê wê tê zêdetir bike û got: “Ji bo birînên Iraqê bicebirin, ji aliyê îdareya me ve gelek tişt hatin kirin.”
Di 3yê Tebaxa 2014an de li Şingalê ji aliyê rêxistina terorî ya DAIŞê ve bi hezaran Kurdên Êzidî hatin kuştin û ev karesata mezin weke fermana 73yem ketin nav rûpelên dîrokê.