Serokwezîr: Divê li hember terorê tedbîrên berfireh werin girtin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de êrîşên duh ên li Misirê bi tundî şermezar kir û sersaxî ji malbatên qurbaniyan, gel û hikûmeta Misirê re xwest.

10.04.2017, Pts - 12:46

Serokwezîr: Divê li hember terorê tedbîrên berfireh werin girtin
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de got; “Em, her du êrîşên terorîstî yên li ser dêrên li bajarên Tenta û Îskendiyeya Misirê bi tundî şermzar dikin û hevsozî û hevxemiya xwe ligel malbat û kesûkarên qurbaniyan, gel û hikûmeta Misirê re parve dikin.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ku gelê Kurdistanê li ser destê terorîstan gelek êş û jan dîtine û bi başî ji êş û janên malbatên qurbaniyan, gel û hikûmeta Misirê têdigehe û piştgirî û hevsoziya xwe bi wan re dubare dike.

Serokwezîr got; “Li deverên cuda yên cîhanî bi berdewamî zêdebûna kiryarên terorîstî, nîşaneyek e xeter û lêdana zengila hişiyarkirinê ye, ku divê tedbîrên berfirehtir û şaxlemtir li hemberî teror û terorîstan were werbigirin. Ji bo vê jî divê zêdetir civaka navdewletî hevkarî û hevahengiyê bike.”

Hêjayê gotinê ye, ku duh li bajarê Tenta û Îskenderiye ya Misirê li hember du dêrên krîstiyanan êrîş pêk hatin û di encamê de 32 kesan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 110 kes jî birîndar bûn.

Rêxistina DAIŞê berpirsiyariya herdu êrîşan jî lixwe girt.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1106 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:42:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x