Ji Mizgefta Hacî Kerîmî Bekras a parêzgeha Silêmaniyê nêzîkî 70 pirtûkên Qurana pîroz hatine dizîn ku 25 ji wan bi zêr hatine pêçandin.
Berdevkê polîsê Silêmaniyê serbaz Serkawt Ehmed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Me ji mamostayê mizgeftê zanî ku çend Quran ji mizgefta Hacî Kerîmî Bekras hatiye dizîn 70 Quran li gel polîs û tawanên Silêmaniyê gilî nekiriye.’’
Herwiha Serkewt Ehmed dibêje: "Em nikarin li ser vê mijarê şîrove bikin ji ber ku tu gilî nehatiye kirin û doz li cem me nîne."