Çapemeniya Tirkiyê: Li Qamişlo berpirsekî PKKê di operasyona MÎTê ve hat kuştin

Çapemeniya Tirkiyê ragehand, Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê (MÎT)ê li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê operasyoneke noqteyî pêkaniye û yek ji berpirsên PKK/YPGê yê bi navê Murat Ateş ku wek Rênas Amed tê naskirin di wê operasyonê de hatiye kuştin.

22.02.2024, Per - 08:09

Çapemeniya Tirkiyê: Li Qamişlo berpirsekî PKKê di operasyona MÎTê ve hat kuştin
Nuçe Belav bike

Li gor nûçeya Ajansa Anadolu ya zimanê fermî yê dewleta Tirkiyê ye û nûçe spartiye çavkaniyên ewlehiyê, piştî demek çavdêriya Murat Ateş ê wek Rênas Amed tê naskirin bi rêya tîmên taybet ve hatiye kirin, li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê bi operasyoneke noqteyî ya ji aliyê MÎTê ve hatiye birêvebirin, ew berpirsê PKKê hatiye jikarxistin.

Li gor heman çavkaniyê Murat Ateş sala 2014ê de ji Ewrupayê beşdarî PKKê bûye û di navbera salên 2014 heta 2016ê li qadên Qendîl, Avaşîn û Gare dimîne û li Rojavayê Kurdistanê xebatên çekdarî birêve dibe.

Herwaha hat ragehandin Murat Ateş ango Rênas Amed yek ji kesên ku trafîka pareyê neyasayî yê rêxistinê birêve dibirbû û di operasyona noqteyî ya MÎTê de jiyana xwe ji dest daye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 339 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:15:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x