Gruba Ciwanên Şoreşger, keçek li dibistanê revand

Gruba Ciwanên Şoreşger a ser bi PKKê, keçek di nav kampên koçberan a li navçeya Şehba ya sînorê bajarê Helebê de revand û guman tê kirin ku bi zorê wê bikin çekdar û bixin nav rêzên hêzên xwe yên çekdar de.

09.01.2023, Pts - 11:52

Gruba Ciwanên Şoreşger, keçek li dibistanê revand
Nuçe Belav bike

Vê derbarê de çalakvan û rojnamevan Mistefa Şêxo ji BasNewsê re ragehand, ew gruba ser bi PKKê keçeke 15 salî ya bi navê Elî Osman li dibistanê revandine.

Herwaha diyar kir, baskên PKKê di revandina zarokên kurdên Rojavayê Kurdistanê û bêbeş kirina wan a li jiyana asayî û xwandinê de berdewame, piştre jî dikin çekdar û li sînorên Sûriyê û Iraqê beşdarî şer dikin.

Di sala borî de PKKê bi sedan zarokên kurdên Êzdî revandin ku piraniya wan jî temenê wan di navbera 12 heta 16 sal bûn. Li gor zanyariyên BasNewsê re partiye rewşa civakî ya hin ji malbatan sûd werdigre û zarokên wan dixapîne û piştre jî direvîne û nav rêzên xwe de dike çekdar. Ev yek jî li gor baweriya çavdêr û siyasetmedaran, metirsiyekî mezin li ser civakê bi giştî û malbatan ava dike.

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 299 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:40:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x