HSDê bersiva gefên Erdogan da: Ti guhertineke stratejîk çênebûye

HSD dibêje, “Tu guhartinên stratejîk di dabeşbûn û belavbûna hêzên navnetweyî yên garantor de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çê nebûye

24.05.2022, Sal - 11:08

HSDê bersiva gefên Erdogan da: Ti guhertineke stratejîk çênebûye
Nuçe Belav bike

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) piştî gefên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bo destpêkirina operasyoneke nû li dijî Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de ragihand, li herêmê di pozîsyona hêzên garantor (Amerîka û Rûsya) de ti guhertineke stratejîk çênebûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî gefên Erdogan ku gotiye, Tirkiye dê ji bo berdewamiya avakirina herêma ewle di kûrahya 30 kîlometriya axa Sûriyê de operasyoneke nû bide destpêkirin, daxuyaniyek weşand.

HSD dibêje, “Tu guhartinên stratejîk di dabeşbûn û belavbûna hêzên navnetweyî yên garantor de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çê nebûye

Hêzên Sûriyeya Demorkatîk di vê daxuyaniyê de diyar dike, “Gurkirina rewşê û nîşandana hêzê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve di çarçoveya hewldanên derbekirina îstîqrarê de ye, her wiha armanca dagirkeriyê ji nû ve zindîkirina DAIŞê ye.”

Di daxuyaniya HSDê de herwiha tê gotin, “Hêzên me asta gefên dewleta Tirk ên aktîf û pêşbînîkirî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lêkolîn dikin û agahiyan bi hêzên navneteweyî yên garantor re parve dikin.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan duh Duşembê 23ê Gulanê piştî civîna kabîneya hikûmetê di daxuyaniyekê de bo medyayê gefa oprasyoneke nû li dijî Rojavayê Kurdistanê xwaribû û ragihandibû: “Em dê di demeke nêz de operasyoneke nû li bakurê Sûriyê dest pê bikin da ku temamkirina avakirina herêmeke aram bi kûrahiya 30 kîlometreyan pêk bînin.”

Erdogan wiha gotibû: “Xebatên ku me ji bo avakirina herêmên ewle li seranserê sînorên me yên başûr bi 30 km kûrahî dabû destpêkirin, ji bo beşên wê yên kêm, em pêngavên pêwîst diavêjin. Dema Hêzên Çekdar ên Tirkiyê, Îstîxbaratê û ewlekariyê xebatên xwe qedandin dê ev operasyon destpê bikin. Di Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) ya vê pêncşema bê de, em dê di vî warî de biryarên xwe bidin. Ew herêmên ku ji bo êrîş, tacîz û xefikên ku li dijî welat û herêmên me yên ewledar tên lidarxistin, weke navend in ji bo operasyonên me hedefên sereke bin.”

Gefên Tirkiyê bo encamdana operasyoneke nû bo ser Rojavayê Kurdistanê di demekê de ye ku Enqere fişarên xwe li ser Swêd û Finlandê tundtir kirine û wan welatan bi piştevanîkirina PKK û YPGê tohmetbar dike.

Her du welatên Skandînavyayî, Swêd û Finland piştî êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê dixwazin bibin endamên NATOyê lê belê rastî nerazîbûn û vetoya Tirkiyê hatine.

Êrişên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê

Ji sala 2016an ve Tirkiyê 3 operasyonên leşkerî di nav Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de encam dane. Operasyona yekem di sala 2016an de bû, dema ku artêşa wî welatî û hêzên nêzîkî opozîsyona Sûriyê êrîşî navçeya Ezaz û Cerablusê kirin.

Di Çileya 2018an de jî wan hêzan êrîşî Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kirin û piştî nêzîkî du mehên şer ew navçeya Rojavayê Kurdistanê ket destê wan.

Di Cotmeha 2019an de jî artêşa Tirkiyê û hêzên nêzîkî opozîsyona Sûriyê êrîşî navçeyên Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê kirin û dest bi ser de girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 391 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:48:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x