Kesek bi tometa anîna dermanên qaçax hat girtin

Li sînorê qeza Pişder a îdareya Raperîn, kesek bi tometa anîna dermanên qaçax hat girtin û yek ton dermanên dema wan derbasbûyî jî hat jinavbirin.

31.05.2022, Sal - 09:23

Kesek bi tometa anîna dermanên qaçax hat girtin
Nuçe Belav bike

Îro 31.05.2022 beşa ragehandin û pêwendiyên rêveberiya asayîşa Raperîn, di daxuyaniyekî de aşkera kir: ‘’Li sînorê qeza Pişder hêzên asayîşa vî sînorî dest danîn ser 170 kîlo dermanên bijîşkî yên bi qaçax ji Îranê ve hatine û bi rêya sînorê Kêlê ve xistina sînorên Herêma Kurdistanê.’’

Di beşekî din ê daxuyaniyê de hat gotin, li gor madeya 194 a gumrigê, kesek bi wê tometê ve hatiye girtin û derman jî radestî gumrika Pişderê hatine kirin.

Herwaha li sînorê qeza Pişderê yek ton dermanên bijîşkî yên dema derbasbûyî li embaran û li dermanxaneyên nav bajarê Qeladizê jî dest li ser hat danîn.

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 411 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:20:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x