Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê vedikişe

Koşka Sipî ya Amerîka ragihand, Tirkiye bi niyaz e operasyoneke leşkerî li bakurê Sûriyê bike, hêzên Amerîkî jî dê ji wê herêmê vekişe.

07.10.2019, Pts - 05:32

Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê vedikişe
Nuçe Belav bike

Koşka Sipî ya Amerîkî piştî pêwendiya telefonî ya di navbera Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan de, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya Koşka Sipî de hat, Tirkiye ji zû ve amadekariyên operasyoneke leşkerî li bakurê Sûriyê dike û dê di demeke nêzîk de destpê bike.

Daxuyaniyê tekez kir, hêzên Amerîkî piştevaniya wê operasyonê nake û beşdarî wê operasyonê nabe. Herwiha hêzên Amerîkî jî piştî jinavbirina DAIŞê, dê li wê herêmê nemînin.

Derbarê pirsa dîlên DAIŞê de, Koşka Sipî da zanîn, “Dîlên DAIŞê yên li bakurê Sûriyê li cem artêşa Amerîka ne, dê bikevin bin berpirsatiya Tirkiyê.”

Ev daxuyaniyên Amerîkî piştî rojekê ji daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Tirkiyê tên, ku ragihandibû, plana operasyona leşkerî hatiye dayîn û di demeke nêzîk de dê dest bi operasyoneke esmanî û bejahî li rojhilatê Firatê bike.

Erdogan got jî, Minbic jî di nav de, ji çemê Firatê heta sînorê Iraqê, bi kûrahiya 30 kîlometreyan ewê herêmeka ewle dirust bikin û yek mîlyon penaberan li deverên niha û yek mîlyon jî li deverên nû, bi giştî ewê du mîlyon penaberan li wê derê bicih bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1768 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:30:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x