CPJ, ku bingeha wê li New York e, bang li desthilatdarên Îranê kir ku tepeserkirina rojnamevanan bidawî bîne û hemû rojnamevanên ku hatine girtin azad bike.
Kordînatorê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqa li CPJ, Şerîf Mensûr, got ku divê desthilatdarên Îranê "girtina wan kesan rawestîne ewên ku xwepêşandanan dişopînin û divê demûdest wan berde."
Li seranserê Îranê xwepêşandan dijî kuştina keça Kurd Jîna (Mahsa) Amînî ser destê polîsê exlaqî yên Îranê ketine hefteya xwe ya duwem.