Serkirdeyekî pasewanên Iranê ragehand ku, welatê wî dê li ser şandina şêwirmendên xwe yên leşkerî bi armanca piştgiriya Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed berdam be.
Do, roja Sêşemê 2.05.2017 ajansa Faris a Îranî li ser zarê fermandarê pasewanên wî welatî emîd Mihmed Bakbûr ragehand ku, Îran bo parastina hêla pêşîn ya bereyên têkoşînê ew dê li ser şandina şêwirmendên xwe yên leşkerî bi armanca piştgiriya Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed berdam be.
Herwiha wî berpirsê Îranî da zanîn ku, Şêwirmend niha li Sûriyê ne û hejmareke din jî bi mebesta piştgiriya Esed dişînin wî welatî, tekez kir ew serokatiya Hêza El-Nexbe dike ya ku, feyleqa El-Qûdis û yekîneya operasyonên derve bi serokatiya Qasim Silêmanî piştevaniya wê dike.
Li gor amarên dawiyê ku, meha Adara borî hatibûne belav kirin, Îranê heta niha 2100 çekdar bo Sûriyê şandine.