Al-Monîtor: Mezlûm Ebdî serdana Îmarata Erebî kir

Malpera Monîtor a Amerîkî eşkere kir ku berî mehekê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, serdana Îmarata Erebî kiriye û bi çend perpirsên bilind ên wî welatî re civiyaye.

05.05.2023, Cum - 05:58

Al-Monîtor: Mezlûm Ebdî serdana Îmarata Erebî kir
Nuçe Belav bike

Li gor heman çavkaniyê, Ebdî bi Şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî ya Îmaratê Tehnûn Bin Zayid Al Nehyan re, hevdîtineke dirêj pêk aniye û xwestiye ku ku Îmarat navbênkariyê di navbera HSDê û Hikûmeta Sûriyê de bike.

Berpirsekî Îmaratî ku nasnameya xwe aşkere nekiriye ji Monîtorê re red kiriye ku ev serdan hatibe kirin, heta niha ti daxuyaniyeke fermî fermî ne ji Hikûmeta Îmaratê û ne jî ji HSDê di vê derbarê de nehatine dayin.

Derbarê heman mijarê de, hevserokê Desteya Peywendiyên Derve ya Rêvebriya Xweser Bedran Çiya Kurd ji Monîtorê re gotiye, Îmaratê diyar kiriye ku ew dixwaze alîkariya kurdan bike ji ku ligel hikûmeta Sûriyê rêkeftinê bikin, lê serdana Ebdî bo wî welatî ne erê kiriye û ne jî red kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 267 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:32:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x