Berdevkê Kremlînê da zanîn ku heger Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî were kuştin Rûsya dê karvedaneke “gelekî neyînî” nîşan bibe.
Berdevkê Koşka Serokatiya Rûsyayê (Kremlîn) Dmitry Peskov ji kanala Sky Newsê re ragihand, heger Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî were kuştin karvedana wan dê neyînî be.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihând ku di nava du hefteyan de dê biryarê bide ka ew dê tevlî şerê li dijî Îranê bibin yan na.
Donald Trump herr wiha berê li ser torên civakî behsa îhtimala kuştina Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî kiribû.
Berdevkê Koşka Serokatiya Rûsyayê (Kremlîn) Dmitry Peskov li Koşka Konstantînê ya li Saint Petersburgê got:
“Rewş ne tenê ji bo herêmê gelekî tevlihev e, ji bo cîhanê jî metirsîdartir e.”
Dmitry Peskov her wiha got:
“Berfirehkirina lîsteya beşdariyan a şer dibe ku metirsîdartir be.
Ev tenê dibe sedema bazineyek din a şer û belavbûna aloziyan li herêmê.”
Pêwediyeke dirêj a Rûsyayê bi Îranê re heye û piştî destpêkirina şerê Ukraynayê jî, her du welatan hevpeymaniyeke stratejîk îmze kir.
Peskov bi amajeyeke nerasterast ji Washingtonê re got:
“Guhertina rejîmê li Îranê tiştekî wiha nîne ku li ser were fikirîn.
Divê neyê qebûlkirin, tewra axaftina li ser wê jî divê ji bo her kesî neyê qebûlkirin.”
Peskov red kir eşkere bike heger Xamineyî were kuştin dê çi bibe lê li şûna wê got ku karvedana dê “li nava Îranê bi xwe” be.