Bakirhan: Qeyûm parêzgarê mêtingeriyê yê li ser Kurdan ferzkirî ye

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan li Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo çareseriya Pirsa Kurd bangî desthilat û aliyên siyasî kir.

12.12.2023, Sal - 07:54

Bakirhan: Qeyûm parêzgarê mêtingeriyê yê li ser Kurdan ferzkirî ye
Nuçe Belav bike

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan got, “Pirsa Kurd li Enqereyê tê çareserkirin. Li Amedê tê çareserkirin tenê bila em bi awayekî jidil îradeyeke bihêz nîşan bidin.”

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di gotûbêjên li ser budceya 2024an a Tirkiyeyê de li ser mijarên di rojevê de axivî.

Bakirhan li ser Pirsa Kurd rexne li Hikûmeta AK Partiyê girtin û got:

“Heta ku di zimanê we de maf tawan, aştî heqaret û dadmendî jî girtîgeh be hûn nikarin çareseriyê ji bo ti pirsgirêkan bibînin.”

Tuncer Bakirhan banga çareseriya Pirsa Kurd li desthilatê û aliyên siyasî yên Tirkiyeyê kir û wiha anî ziman:

“Bizanin ku li vî welatî ax jî ji zilm û bêdadiyê westiya. Ji ber wê jî werin em êdî derfetê nedin wan aliyên ku ji Pirsa Kurd, dijberkirin û siyaseta dijminkirinê sûdê werdigirin.”

Herwiha Hevserokê DEM Partiyê diyar kir, “Her çiqas Pirsa Kurd tine bê hesibandin jî di bingeha xwe de tişta ku tine tê hesibandin hebûna Kurdan e.

Kurdên ku wek hebûna wan mafên wan jî tine hatine hesibandin û merc li ser welatîbûna wan hatine danîn hene û li her cihî ne.”

“Pirsa Kurd li Enqere û Amedê tê çareserkirin”

Bakirhan wiha axivî, “Heta ku di Pirsa Kurd de polîtîkayên we yên neçareseriyê berdewam bikin, kumpasên Kobanî û doza girtina HDPyê ku hûn bi destê daraza di fermana xwe de didin meşandin dê bi delinga we ve bimînin.

Ew parêzbendiya ku we di hilweşandina bajaran de daye leşkeran, dê biçe û dê wekî hewla darbeyê li we vegere.

Dê Dadgeha Bilind û Daîreya Cezayê jî hewil bidin mekanîka darbeyê li ser pêyan bihêlin.

Heta ku di zimanê we de maf tawan, aştî heqaret û dadmendî jî girtîgeh be hûn nikarin çareseriyê ji ti pirsgirêkekî re bibînin.

Lê bizanin ku li vî welatî ax jî ji zilm, mirin û bêdadiyê westiyaye.

Ji ber wê jî werin em êdî derfetê nedin wan aliyên ku ji Pirsa Kurd, dijberkirin û siyaseta dijminkirinê sûdê werdigirin û werin em deriyên çareseriya demokratîk vekin.

Endamên birêz, di sedsala 21emîn de Pirsa Kurd ne pirseke naskirinê ye êdî pirseke statûyê ye.

Îro êdî em di proseyeke wiha de ne ku divê em Pirsa Kurd ligel dînamîkên navxwe yên Tirkiyeyê çareser bikin.

Bawer bikin çareseriya Pirsa Kurd ne li cihên din e. Pirsa Kurd li Enqereyê tê çareserkirin.

Li Amedê tê çareserkirin tenê bila em bi awayekî jidil îradeyeke bihêz nîşan bidin.

Ev bijardeya nav tomarkirina dîrokê yan jî windabûna di dîrokê de ye.

Werin em bi zimanek nû çareseriya Pirsa Kurd pêk bînin û di sedsala duyemîn de komareke demokratîk ava bikin. ”

“Qeyûm parêzgarê mêtingeriyê yê li ser Kurdan ferzkirî ye”

Bakirhan li ser hilbijartinên şaredariyan û qeyûman jî got, “Hilbijartina bê tenê ne hilbijartina şaredariyan e, di heman demê de daxwaza demokrasiya xwecihî jî tîne ziman.

Di vê çarçoveyê de hilbijartinên herêmî wê li hemberî dewleta navendîparêz bibe banga demokrasiyê ya civakê.

Em wekî partiyeke ku herî zêde îradeya wê ji aliyê qeyûman ve hatiye desteserkirin, di şert û mercên herî newekhev de beşdarî hilbijartinan bûye û herî zêde li dijî bêhiqûqiyê têdikoşe ji van hilbijartinan re amade ne.

Her kes dizane, me çavkanî ji bo gel bikar anîn, qeyûm jî ji bo berîkên xwe tije bikin.

Di heyama pêş de em ê ji şaredariyan dest pê bikin, li tevahiya Tirkiyeyê rejîma qeyûman ji holê rakin.

Qeyûm, xespa îrade, talan û bêhiqûqiyê ye. Sûcek nemîne ku qeyûmên ku we destnîşan kirine tê de nebin.

Hûn neçar man ku li ser qeyûman qeyûm dayînin. Qeyûm parêzgarê mêtingeriyê yê li ser Kurdan ferzkirî ye”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 175 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:48:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x