Demîrtaş: Ez ji ber ku Kurd im têm darizandin

Hevserokê berê Partiya Demokratîk a Gelan (HEDEP) Selahattîn Demîrtaş di parastina doza xwe de got, “Ez ji ber ku Kurd im têm darizandin. Eger serokê çeteyeke nijadperest û faşîst bûma nadihatim darizandin.”

05.12.2023, Sal - 19:03

Demîrtaş: Ez ji ber ku Kurd im têm darizandin
Nuçe Belav bike

Rûniştina doza Hevserokê berê yê HDPê û siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş ku 7 sal in li girtîgehê ye, îro li 14emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê hat kirin.

Ew doz ji ber axaftinên salên 2015an û 2016an bi hinceta ku bêrêzî li sazî û dezgehên fermî yên hikûmet û dewletê kiriye, li dijî Demîrtaş hatiye vekirin.

20 sal cezayê girtîgehê tê xwestin

Ji Demîrtaş re ji dozê 20 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.

Selahattîn Demîrtaş bi rêya Sîstema Deng û Reng (SEGBÎS) beşdarî rûniştina dozê bû û parastina xwe kir.

Parlamenterê HEDEPê yê Mêrsînê Alî Bozan û hejmarek berpirsên wê partiyê di dozê de amade bûn.

Herwiha 25 parêzer jî ji bo parastina Demîrtaş li salona dadgehê amade bûn û parastin wî kir.

“Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê tên binpêkirin”

Demîrtaş bixwe jî piştî parêzeran parastina xwe kir û got:

“Bi vê dozê maddeyên 14emîn û 18emîn ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê tên binpêkirin.

Ez ji ber ku Kurd im têm darizandin. Eger serokê çeteyek nijadperest û faşîst bûma nedihatim darizandin.

Ez sed hezar salan di girtîgehê de bimînim jî ez dê rastiyê bibêjim. Ez dê serî netewînim.

Heta ku Kurd bi awayekî azad û wekhev li ser axa xwe bijîn dê berxwedana me ya siyasî bidome.

Ez dê li ser gotinên rast berdewam bim. Min wê demê (serdema şerê xendekan) hindik jî gotiye.

Ji bo ez rastiyan bibêjim bi milyonan kesan ez hilbijartime. Negotina rastiyan nemerdî ye.

Daxwazên me rewa ne. Eger dadgeh ji ber nasnameya min a etnîkî û siyasî cihêkariya li dijî min ji holê rake dê pêvajoya darizandinê bi awayekî dadmendane bibe.”

Piştî parastina Demîrtaş şandeya dadgehê hemû daxwazên parêzeran red kirin û biryar da ku rûniştina bê ya dozê di 15ê Gulana 2024an de bê kirin.

Dadgehê herwiha biryar da ku dosyayên kêm, DVD û CD û girtenameyên Parlamentoyê yên derbarê axaftinên Demîrtaş de bên daxwazkirin.

Siyasetmedarê Kurd Selahattin Demirtaş, piştî Bûyerên Kobaniyê, di çarçoveya Doza Kobaniyê de roja 4ê Çiriya Paşîna 2016an hat girtin û ji wê demê ve di Girtîgeha Edirneyê de ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 200 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:49:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x