MAK: Dengên maseya şeş partî ji yên Tifaqa Cumhur zêdetir in

Li gor rapirsiya Kompanya MAKê, rêjeya dengên maseya şeş partî ku partiyên opozîsyonê ne sedî 45.6 e û rêjeya dengên Tifaqa Cumhur ku ji partiyên desthilatê AKP û MHPê pêk tê sedî 40.6 e.

10.01.2023, Sal - 10:16

MAK: Dengên maseya şeş partî ji yên Tifaqa Cumhur zêdetir in
Nuçe Belav bike

Serokê Kompanya Şêwirmediyê ya MAKê Mehmet Ali Kulat, encamên rapirsiya dawî ya ku li 61 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ligel 5 hezar û 700 kesan hatiye kirin, eşkere kirin.

Li gor encaman rêjeya dengên maseya şeş partî sedî 45.6 û rêjeya dengên Tifaqa Cumhur sedî 40.6 e. Rêjeya dengên HDPê sedî 8.4 e. Rêjeya dengên bêbiryar jî sedî 4 e.

Herwiha sedî 33ê beşdarvanan gotine eger maseya şeş partî bibe desthilat dikare pirsgirêkan çareser bike, sedî 25an gotine dibe ku çareser bike û sedî 34an gotine ew bawer nakin maseya şeş partî bikaribe pirsgirêkan çareser bike.

Li gor rapirsiyê rêjeya dengên partiyan wiha ne:

AK Partî: sedî 34.3

CHP: sedî 25

ÎYÎ Partî: sedî 15.6

HDP: sedî 8,4

MHP: sedî 6.3

DEVA: sedî 2.5

Partiya Yeniden Refah (Ji nûve xweşguzarî): sedî 1.3

Partiya Pêşerojê: sedî 1,2

Partiya Tirkiyê ya Serbixwe: sedî 1,2

Partiya Zafer: sedî 1

Saadet: sedî 0,9

HUDA PAR: sedî 0,8

Partiya Demokrat: sedî 0,4

Partiya Memleket: sedî 0,2

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 301 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:55:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x