Ahmet Turk: Amade me ji bo aştî û diyalogê xebatê bikim

Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk, ku beşdarî di bernameya "Basî Roj" a K24 de kirî, li ser pirsên rojevê yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiye de dîtin, raman û pêşniyarên xwe anîn ziman.

5 Sibat 2017 - 05:14
5 Sibat 2017 - 05:14
 0

Ahmet Turk diyar kir, ku “Pirsa Kurd li Rojhilata Navîn girîngtirîn pirs a herêmê ye. Em dixwazin pirsa Kurd bi rêya diyalogê, aştiyê û aqilek hevbeş bê çareserkirin. Gelê Kurd, ku 40 milyon e, bê statu ye. Ger Kurd di herêmê de bibe xwedî yeksanî, ev di berjewendiya gelê Kurd, herweha gelê Tirke jî. Lê, siyasetek bêdengkirinê hemberê gelê Kurd tê birêvebirin.”

Li ser pirsa girêdayî siyaseta siwîl-demokratîk, eqlê hevbeş ê çareseriyê, Turk anî ziman, ku ”Em divê eqliyeta meşandina siyaseta demokrasiyê berfereh bikin. Ji bo ku çareserî di rêya demokrasiyê, diyalogê, diplomasiyê de pêk were, em dive bi sabir siyasetê birêve bibin. Herweha, dewleta Tirk, ne di bin metirsiya ku Kurd tiştek bidest bixin, ji bo xwe metirsî bibînin de siyasetê bikin. Siyaseta îro ne siyasetek aqilek demokratîk e. Em dive xwe ji rexne bikin, kêmasiyê xwe jî bibînin. Siyaseta demokrasiyê berfereh bikin. Divê em rê bidin, gelê Kurd carnan bîhna xwe bistîne, bikaribe daxwazên xwe bîne ziman. ”

Di çarçoweya desteka, ku Kurdan di hilbijartina Hezîrana 2015an de nîşanî HDP kir, HDP karî vê destekê bi awayek rast bikar bîne, Ahmet Turk diyar kir ”Aliyê Tirk gava 81 parlementerên HDP hatin hilbijartin, xwestin pêvajoya çareseriyê bixetîminîn, bi ser vê yekê de gerek me hincet nedaba wan, gerek me ew fersend nexiste destê wan. Me aqilek û hişmendiyek zana, ji bo neyê xetimandin dengê xwe gihandibe dinyayê. Bi rastî jî, kêmasiyên me yên gelekî mezin hene. Di nav siyaseta Kurdan de jî, diyalog, hevdîtin, siyasetek hevpar nayê meşandin. Ger ew hebe, kêmasî û xeletî jî kêm dibin. Niha Kurd li Rojhilata Navîn xwedî rolek berçav in, ev jî metirsiyê li gel wan ên ku bi hevêdu re em jiyanê dikin peyda kiriye. Ew naxwazin Kurd bibin xwedî statu, xwedî maf. Di Rojhilata Navîn de rolek bîngehîn bilîze. Bi xwe Kurd ne li dij Ereban, Tirkan, Eceman ne tehdîd e, ne dijminê wan e. Ger ew destê dostaniyê dirêj bikin, bi dostane, bi hevjiyanek wekhev pêşewaziyê bike.”

Ji bo wergirtina insiyatifek jib o diyalog, aştiyê, Ahmed Turk bersîva xwe weha da: “gava ez di zîndanê de bûm jî, ez gelekî fikirîm. Niha jî emrê min gihiştiye 74-75 salan. Ez dixwazim rolekê ji bo diyalogê, aştiyê bilîzim. Herweha jib o ku, sere çekdarî ji hole rabe, ji bi siyasetek berfereh xebatê bikim. Lê, ez nizanim xebatek kesatî çiqas dikare bandore bike, weya em nizanin. Îro, ne ez tenê, insanên Tirk bi xwe jî, insanên xwedî wijdan, xwedî ehleq hene. Ew jî dixwazin, ev pirsgîrêk bi rêya aştiyê, diyalogê çareser bibin. Ew jî xebatek wan heye. Em dixwazin, vê xebatê berfereh bikin. Em baş zanin, 100 salan jî, 200 salan jî şer çêbibe, dawiya wê bi aştî û diyalogê pirs dê werin çareser kirin. Li Bakurê Kurdistanê jî, li Tirkiye jî, bi hikumetê re, bi siyasetmedar û partiyan re hevdîtinan çêbikin, ku dijminahiya nav gelan berfereh bibe. Ji îro pê ve, di rêya aştiyê, di rêya demokrasiyê de çi imkanên min, çi derfetên min hebin. Em dê li ser vê xebatê bikin.”

Li ser bandor û rolek ji bo pêvajoya çareseriyê li Bakurê Kurdistanê ji alî Serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî ve, Ahmet Turk da nîşandan: Serokê hêja Mesud Barzanî, divê îro ji her demi zêdetir dikare rola xwe bilîze, ji bo diyalogê, aştiyê xebatê bike. Birêz Barzanî, serokê gelê Kurd e, ji bo pêşeroja gelê Kurd hevdîtinan bi Kurdan re bike, bi dewletên din re bike. Xebata xwe berfereh bike, hîn jî pêşve bibe.Ji dil û can dixwazim Serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî xebatek di vî warî de berbiçav bike û rola xwe bilîze.”

Ev nûçe bi tevahî 4116 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:19:10