2 şirketan piştî êrişên li Herêma Kurdistanê hilberîna petrolê rawestand
Piştî êrişên bi dronên bombebarkirî yên li ser parzûngehên petrolê, kompanyayên DNO û Gulf Keystone Petroleumê (GKP) ragihand ku wan hilberîna petrolê ya li Zaxo û Dihokê rawestandiye.

Dijîterora Kurdistanê ragihand ku îro bi rêya sê dronên bombebarkirî êrişî 2 parzûngehên petrolê yên li Zaxoyê hatiye kirin.
Kompanyaya Norwêcî ya enerjiyê DNOyê daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn ku ew operasyonên xwe yên li bîra petrolê ya Tawkê bi awayekî demkî radiwestîne.
Kompanyayê her wiha diyar kir ku piştî êrişan ew dê di demeke nêzîk de dest bi hilberînê bikin.
Di daxuyaniya nivîskî ya DNOyê de hat gotin, "Piştî sê teqînên ku îro sibê qewimîn, me biryar da ku em xebatên xwe yên li bîra petrolê ya Tawkê ya li Zaxoyê ve bi awayekî demkî rawestînin."
Li gorî daxuyaniya kompanyayê, yek ji hedefên êrişê embareke biçûk a depokirina petrolê ya li bîra Tawkê bûye.
Hedefa din jî amûrên teknîkî bûn ku ji bo sererastkirina bîran dihatin bikaranîn.
DNOyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di êrişê de ti ziyana canî çênebûye û wiha got:
"Dest bi lêkolînên tesbîtkirina zererê hatiye kirin. Tê payîn ku piştî temambûna van xebatan ji nû ve dest bi hilberînê were kirin."
DNO ASA, operatoreke Norwêcî ya petrol û gazê ye ku li Rojhilata Navîn, Deryaya Bakur û Rojavayê Afrîkayê dixebite.
Gulf Keystone Petroleumê jî hilberîn rawestand
Kompanyaya Brîtanî Gulf Keystone Petroleum (GKP) jî ragihand ku piştî êrişan ji ber sedemên ewlehiyê hilberîna li bîra petrolê ya Şêxanê bi awayekî demkî daye rawestandin.
Di daxuyaniya kompanyayê de hat gotin, "Di du rojên dawî de raporên derbarê teqînên li hin bîrên petrolê yên li derdora bîra Şêxanê ya kompanyayê de ji aliyê me ve hatine tomarkirin.
Wekî tedbîreke ewlehiyê, hilberîn bi awayekî demkî hatiye rawestandin û ji bo parastina karmendan gavên pêwîst hatine avêtin. Ti ziyan negihîştiye samanên kompanyayê."
GKPyê da zanîn ku rewş ji nêz ve tê şopandin û li gorî geşedanan dê daxuyaniyên nû werin dayîn.