Tom Barrack li ser bûyerên li Siwêdayê daxuyanî da

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack derbarê alozî û şerê di navbera Durziyan û hêzên hikûmetê û Erebên Bedewî yê li parêzgeha Siwêdayê daxuyaniyek da.

16 Tîrmeh 2025 - 12:03
16 Tîrmeh 2025 - 12:03
 0
Tom Barrack li ser bûyerên li Siwêdayê daxuyanî da

Tom Barrack got ku ew ji bo çareseriyeke aştiyane û berfireh, li gel hemû aliyan di pêwendiyeke rasterast de ne.

Barrack derbarê zêdebûna tundiya li bajarê Siwêdayê yê başûrê Sûriyeyê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Barrack di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê kir ku Washington bi awayekî çalak li gel hemû aliyên li Sûriyeyê di nava gotûbêjan de ye ji bo ku rewş aram bibe û gotûbêjên entegrasyonê yên berhemdar berdewam bikin.

“Cihê dilgiraniyê ne”

Wî her wiha dilgiraniya xwe ya li hemberî bûyerên li Siwêdayê anî ziman û got, "Pevçûnên dawî yên li Siwêdayê ji bo hemû aliyan cihê dilgiraniyê ne."

Wî teqez kir ku armanca Amerîkayê ew e ku bigihîje çareseriyeke aştiyane û berfireh ku berjewendiyên hemû aliyan li ber çavan bigire û berdewam kir:

"Agahiyên şaş, kêmasiyên di pêwendiyan de û nebûna baweriyê astengiyên herî mezin in li ber çareseriyeke mayînde."

Li parêzgeha Siwêdayê ya ku piraniya şêniyên wê Durzî ne di rojên borî de di navbera komên çekdar ên Durzî û eşîrên Ereb ên Bedewî de pevçûnên dijwar derketin.

Hikûmeta Sûriyeyê ji bo kontrolkirina rewşê hêzên artêşê şandin herêmê.