DEM Partiyê piştî bûyerên li Siwêdayê hişyariya ‘şerê navxwe’ da

DEM Partiyê got, “Bi operasyona Siwêdayê ya ku civaka Durzî dike hedef metirsiya şerê navxwe derketiye asta herî bilind.”

16 Tîrmeh 2025 - 11:39
16 Tîrmeh 2025 - 11:39
 0
DEM Partiyê piştî bûyerên li Siwêdayê hişyariya ‘şerê navxwe’ da

Li parêzgeha Siwêdayê ya ku piraniya şêniyên wê Durzî ne di rojên borî de di navbera komên çekdar ên Durzî û eşîrên Ereb ên Bedewî de pevçûnên dijwar derketin.

Hikûmeta Sûriyeyê ji bo kontrolkirina rewşê hêzên artêşê şandin herêmê.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li Siwêdayê hejmara kuştiyan bûye 203.

“Em êrişan şermezar dikin”

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got:

“Em êrişên Rêveberiya Demkî ya Şamê yên li ser civaka Durzî şermezar dikin.

Operasyona ku Rêveberiya Demkî ya Şamê bi pêşengiya Heyet Tehrîr el-Şamê (HTŞ) li hemberî civaka Durzî li Siwêdayê dimeşîne, dikin ku ber bi komkujiyekê ve veguherin.

Êrişa mîlîtanên HTŞyê yên ku ketine bajarê Siwêdayê yên li ser gelê Durzî û sembolên ku baweriya Durzî temsîl dikin, nîşan dide ku ev operasyon hewldaneke komkujiyê ye.

“Metirsiya komkujiyê zêde bûye”

Nûçeyên ku ji qadê tên û dibêjin ku hêzên xweparastinê yên Durzî bi piranî ji Siwêdayê vekişiyane, nîşan didin ku gef û metirsiya komkujiyê li ser civaka Durzî ya li herêmê zêde bûye.

Ducarebûna komkujiyên HTŞyê yên li ser Elewiyan û vê carê jî li ser Durziyan, Sûriyeyê û herêmê ber bi tarîtiyeke mezin ve dibe.

Polîtîkayên yekparêz ên ku bi pêşengiya HTŞyê li ser nasname, gel û baweriyên cuda tên ferzkirin, derbeyeke mezin li xeyala paşeroja demokratîk a Sûriyeyê dixin. Sûriyeyê dixin nav pevçûn û alozîyên bêdawî.

Di bin ronahiya van rastiyan de, eşkere ye ku HTŞ bi rastiya pirnasnameyî ya Sûriyeyê re entegre nebûye, berevajî vê yekê hewl dide ku rejîmeke yekparêz a birêxistinkirî-dewletî ava bike, wekî ku DAIŞê armanc dikir.

Bi awayekî zelal tê dîtin zilma ku gelê Sûriyeyê bi dehên salan ji ber rejîma yekparêz kişandiye, tê xwestin ku bi pêşengiya HTŞyê were domandin.

“Metirsiya şerê navxwe derketiye asta herî bilind”

Li Sûriyeyê şerê navxwe bi dawî nebûye, tenê konjonktureke nû ya kaotîk heye ku tê de aktoran rolên xwe guhertine.

Tê dîtin ku bi kûrbûna vê rewşa kaotîk re, bêîstîqrara herêmî dê bi awayekî berfirehtir bandorê li welatên cîran û Ewropayê bike.

Bi operasyona Siwêdayê ya ku civaka Durzî dike hedef metirsiya şerê navxwe derketiye asta herî bilind.

“Hêzên Rojavayî cesaretê didin”

Mîlîtanên HTŞyê yên ku wekî ‘Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê’ tên binavkirin, li şûna ku ji ber sûcên ku kirine bên darizandin, ji aliyê hêzên Rojavayî ve wekî muxatabeke rewa tên qebûlkirin, ev yek cesaretê dide êrişên li dijî gelan û baweriyan û bedela van êrişan dîsa gelên Sûriyeyê didin.

Hemû hêzên navneteweyî yên ku piştgiriyê didin hewldanên birêvebiriya HTyê yên ji bo avakirina rejîmeke yekparêz, antî-demokratîk û radîkal li Sûriyeyê,ku li gorî Peymana 10ê Adarê tevnagere, dibin şirîkên sûcên ku li dijî Elewî û Durziyan tên kirin.

“Komkujiyan rawestînin”

Em bangî hemû birêvebiriyên ku ji tabloya siyasî ya heyî ya Sûriyeyê berpirsiyar in dikin ku li dijî HTŞyê helwesteke biprensîb nîşan bidin û komkujiyan rawestînin.

Em careke din tekez dikin ku paşeroja aştiyane ya Sûriyeyê û aramiya Rojhilata Navîn, ne bi ferzkirina rejîmên yekparêz, bi avakirina welatekî û herêmeke demokratîk pêkan e.”