Tom Barrack: Ti nîşane ji bo avabûna dewleteke Kurdan a li Sûriyeyê nînin
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack ji Rûdawê re ragihand ku Amerîka rêzê li yekparçeyiya axa Sûriyeyê digire û ti nîşanek ji bo avabûna "Kurdistaneke azad" yan herêmeke federal ji bo Kurdan li wî welatî nîne.

Barrack her wiha tekez kir ku Washinton hewl dide rê li ber Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) xweş bike da ku tevlî hikûmeta Sûriyeyê bibin.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack di konferanseke rojnamegeriyê de li Navenda Medyaya Biyanî bersiva pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde da.
Derbarê nêrîna Amerîkayê li ser hewlên Rêveberiya Xweser ji bo parastina mafên xwe û pirsa federalîzmê, Tom Barrack got:
"Bila ez ji bingehê dest pê bikim ku vê mijarê hemûyê hêsan dike. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê rêzê li wan dewlet-neteweyên ku naskirî, xwedî statu û yasayî ne, digire û hew."
Nûnerê Amerîkayê amaje bi wê yekê kir ku Amerîkayê hikûmeta Esed neguherandiye û got:
"Her cara ku em ketine nav corekî guhertina rejîmê, ev yek ji bo me ti carî serkeftî nebûye ku me ev yek ne li Sûriyeyê û ne jî li Lubnanê kiriye. Ne em bûn ku me rejîma Esed guhert."
"Ti nîşane nîne ku Kurdistaneke azad ava bibe"
Derbarê paşeroja Kurdan a li Sûriyeyê, Barrack bi zelalî got:
"Ti nîşanek nîne ku Kurdistaneke azad ava bibe. Ti nîşanek nîne ku dewleteke serbixwe ya HSDyê hebe.
Li gorî min ti nîşanek nîne ku dewleteke serbixwe ya Elewiyan yan jî dewleteke serbixwe ya Cihûyan ava bibe."
"Em dixwazin rê li ber wan xweş bikin ku tevlî Hikûmeta Sûriyeyê bibin"
Derbarê statuya HSDyê û pêwendiyên wan bi Amerîkayê re, Barrack got:
"Ti guman tê de nîne, bi taybetî Kongre xwedî piştgiriyeke hestyarî ji bo HSDyê ye û gelek zelal bûye ku em dixwazin rê li ber wan xweş bikin û derfetekê ji wan re peyda bikin da ku tevlî hikûmeta Sûriyeyê bibin."
Tom Barak tekezî li ser yekparçeyiya Sûriyeyê kir û wiha domand:
"Tiştê ku heye Sûriye ye. Pêkhateyek li Sûriyeyê ava dibe ku di pêşketinê de ye.
Dê destûreke wan a Sûrî hebe. Dê perlemaneke wan a cidî hebe.
Divê her kes bikaribe li ser çawaniya pêkhatina wê yekê gotûbêjê bike."
"Eger nexwazin jî, ew biryara wan e"
Di dawiyê de, Barrack piştgiriya welatê xwe bo HSDyê dubare kir lê di çarçoveya Sûriyeyê de û got:
"Em di vê pirsê de ne alî ne, tenê em dixwazin piştrast bin ku ew gotûbêj tên kirin û bi awayekî dadperwerane tên pêşkêşkirin.
Bêguman, aliyê me yê bijarte di vê pêşbirkê de heye û ew jî HSD ye ku di dirêjahiya vê rêyê de gelek baş bû ligel me.
Em dixwazin piştrast bin ku muameleyeke dadwerane li gel wan tê kirin û derfetek ji wan re tê dayîn da ku bikevin nav pêvajoyê, eger ew bixwazin.
Eger nexwazin jî, ew biryara wan e. Ne biryara me ye."