Hakan Fîdan: Îro gaveke gelekî girîng hatiye avêtin
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li ser danîna çekan got, "Îro gaveke gelekî girîng û cihê kêfxweşiyê hatiye avêtin."

Doh komeke gerîlayên PKKyê li Şikefta Caseneyê çekên xwe danîn.
Di merasîma îmhakirina çekan de ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk, Hevseroka Konseya Rêveber a (KCK) Besê Hozat û komeke gerîla cih girt.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan derbarê çekdanînê li ser hesabê xwe yê xê daxuyaniyek belav kir.
Hakan Fîdan di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Îro, di çarçoveya armanca Tirkiyeya bê teror de, gavekî gelekî girîng û cihê kêfxweşiyê hatiye avêtin.
Veguherîna vê bipêşketina bi xêr ji bo pêvajoyeke ku dê ji holêrabûna terorê bi awayekî mayînde misoger bike, hêviya hevpar a miletê me ye.
Birêz Serokkomarê me rêbertiyeke dîrokî nîşan da û ligel Serokê Giştî yê MHPyê Birêz Devlet Bahçelî, îradeyeke xurt û bibiryar derxistin holê.
Ez hemû rayedarên dewleta me yên ku ji bo bicihanîna vê îradeyê hewl didin, pîroz dikim.
Heta ku KCK bi hemû pêkhate û hêmanên xwe ve ji bo welatê me, miletê me û erdnîgariya me wekî gefek ji holê rabe, em dê di rewşa amadebaşî û teyakuzê de bimînin."