Hinek girtî ji Girtîgeha Evînê reviyan

Berdevkê Desthilata Dadê ya Îranê ragihand ku ji ber êrişa Îsraîlê ya hinek girtî ji Girtîgeha Evînê reviyane.

14 Tîrmeh 2025 - 10:30
14 Tîrmeh 2025 - 10:30
 0
Hinek girtî ji Girtîgeha Evînê reviyan

Berdevkê Desthilata Dadê ya Îranê ragihand ku ji ber êrişa Îsraîlê ya hinek girtî ji Girtîgeha Evînê reviyane.

Berdevkê Desthilata Dadê ya Îranê Esxer Cehangîrî got:

“Hejmara kesên ku di dema êrişê de reviyane kêm e û hewl tê dayîn ku ew dîsa bên desteserkirin û vegerandin.”

Cehangîrî derbarê girtiyên ku di êrişê de hatine kuştin jî anî ziman:

“Bi giştî 5 girtî şehîd ketine ku ji ber tawanên darayî hatibûn girtin.”

Esxer Cehangîrî anî ziman ku ji bo texmînkirina zererên girtiyan û malbatên wan komîteyek hatiye avakirin û her wiha dê belge li ser kelûpelên li derdora girtîgehê zerer dîtine bên komkirin û awayên qerebûkirinê jî bên nirxandin.

23ê Hezîranê ku roja 11emîn a şerê Îran û Îsraîlê bû, Îsraîlê Girtîgeha Evînê ya li Tehranê kiribû armanc.

Berdevkê Desthilata Dadê ya Îranê Esxer Cehangîrî 30ê Hezîranê ragihandibû:

“Di êrişa li Girtîgeha Evînê de 79 kesên ku ji girtî, malbatên wan, karmendên girtîgehê û niştecihên taxên nêzîk pêk dihatin hatin kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûn.”

Îsraîlê 13ê Hezîranê êrişî Îranê kiribû, Îranê jî bi mûşekên balîstîk û dronên bombebarkirî bersiv da.

Amerîka 22yê Hezîranê tevlî şer bû û êrişî navendên atomî yên Fordo, Netenz û Îsfehanê kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump 25ê Hezîranê agirbest ragihandibû.