Li Bexdayê dîplomasiya mûçeyên Herêma Kurdistanê

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ji bo mijara mûçeyan li Bexdayê ye, ew û Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên bi hinek rayedarên pilebilind ên Îraqê re civiyan.

16 Tîrmeh 2025 - 11:59
16 Tîrmeh 2025 - 11:59
 0
Li Bexdayê dîplomasiya mûçeyên Herêma Kurdistanê

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ji bo mijara mûçeyan li Bexdayê ye, ew û Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên bi hinek rayedarên pilebilind ên Îraqê re civiyan.

Bafel Talebanî li Bexdayê li gel Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husênê ku di heman demê de Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye hinek civînan pêk tînin û armanc jî gotûbêjkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye.

Bafel Talebanî heman şevê li gel Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê Fayeq Zêdan civiya û piştre jî li gel Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî hevdîtinek kir.

Pişt re Fuad Husên gihîşt cihê civînê û civîna sêalî ya di navbera Mihemed Şiya Sûdanî, Bafil Talebanî û Fuad Husên de dest pê kir.

Helkewt Ezîz her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku civîn dê sibe jî berdewam bikin û "tê çaverêkirin ku Bafil Talebanî û Fuad Husên bi serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê re bicivin."

Îraq: Pêşî petrol

Wekî ku Helkewt Ezîz dibêje, Mihemed Şiya Sûdanî û serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê tekeziyê li ser wê yekê dikin ku divê pêşî mijara petrolê were çareserkirin û pişt re dest bi dayîna mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê were kirin.

Li gorî gotina Helkewt Ezîz, hewl di wî alî de ne ku cudahiya di navbera reşnivîsa hikûmeta Îraqê û reşnivîsa hikûmeta Herêma Kurdistanê ya derbarê petrolê de nemîne.

Helkewt Ezîz got, "Armanc ew e ku mêjera petrola ku radestî kompanyaya SOMOyê tê kirin û ew mêjera ku ji bo bikaranîna navxweyî ya Herêma Kurdistanê tê terxankirin, were çareserkirin û wê demê 'raspardeyeke nû û reşnivîseke nû tê amadekirin û li Encûmena Wezîran deng li ser tê dayîn.'

Eger ev yek çêbibe, hefteya bê dê dest bi rêkarên şandina mûçeyên mûçexwirê Herêma Kurdistanê were kirin."

“Behsa dosye û mijarên niştimanî hatiye kirin”

Ofîsa Serokwezîrê Îraqê derbarê civîna Mihemed Şiya Sûdanî û Bafil Talebanî wiha got:

"Behsa çendîn dosye û mijarên niştimanî hatiye kirin, bi taybetî pirsa radestkirina dahata petrol û ne-petrolê ya Herêma Kurdistanê û her wiha mûçeyên karmendan."

Wekî ku di daxuyaniyê de hatiye, di civînê de tekezî li ser girîngiya hevahengî û xebata ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatiye kirin.

Mijareke din a civînê, gotûbêjkirina amadehiyên ji bo lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê bû û her du aliyan daye zanîn, "Pêwîst e encama hilbijartinê rasteqîn be û daxwaza gelê Îraqê nîşan bide.”

Divê were gotin ku îro Encûmena Wezîran a Îraqê (Kabîne) civiya û tê de behsa mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê nehat kirin.

Çavkaniyeke ji nava civînê vê êvarê ji Rûdawê re got, piştî bidawîbûna civînê, Fuad Husên maye û bi awayekî dualî li gel Mihemed Şiya Sûdanî civiyaye û wan pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirine.

8ê vê mehê ji bo ku her du reşnivîsên Hewlêr û Bexdayê yên derbarê daxwazên wan ên li ser petrol û mûçeyan bikin yek komîteyek hatibû avakirin.