Îsraîl jî tev li şerê li Siwêdayê bû
Li bajarê Siwêdayê yê Sûriyeyê Sûriyeyê şer û pevçûnên di navbera Durzî û eşîrên Ereb ên Bedewî de didomin û Îsraîl jî tev li şer bû.

Li wilayeta Siwêdayê ya ku ji aliyê başûrê Sûriyeyê ve dikeve ser sînorê Urdinê, pevçûnên navbera Durzî û eşîrên Ereb ên Bedewî dewam dikin.
Artêşa Sûriyeyê hêzên teqwiye sewqî herêmê kirin, lê hêzên Durzî 6 leşkerên artêşê kuştin.
Ji Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê çavkaniyekî agahî da kanala nûçeyan a Sûriyeyê ya dewletê û diyar kir ku ji bo bidawkirina pevçûnê ya navbera komên li Siwêdayê, ji herêmê re leşker hatin şandin lê hêzên Durzî êrişî yekîneyên artêşê kir û 6 leşker kuştin, 9 esker dîl girtin.
Pevçûn li bajaroka Kenakerê ya li gundewarê wilayetê yê aliyê başûr û aliyê rojava dewam dikin.
Ji pêşengên Durziyan Şêx Hecerî daxuyaniya nivîskî da û diyar kir ku ew ê destûrê nedin ku artêşa Sûriyeyê û hêzên asayîşê têkevin herêmê.
Hecerî daxuyand ku rêvebiriya Sûriyeyê piştgiriya leşkerî da eşîrên Bedewî û bangewaziya "parastina navneteweyî ya acil" kir.
Dema ku Hecerî daxuyanî da, balafirên şer ên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê ji ser xeta Kuneytra-Siwêda û Derayê firîn.
Ji aliyê din ve artêşa Îsraîlê jî ragihand ku wan li nêzîkî bajarê Siwêdayê, derdora gundê Semiyê "gelek tank" kirin hedef.
Çirûska şer ji kû ve hat?
Bûyeran roja şemiyê dema ku komeke çekdar a Erebên Bedewî (Çolî) li ser rêya Şam-Siwêdayê ciwanekî Durzî yê bi navê Feyzlulah Deware revand dest pê kir.
Li gorî agahiyan, otomobîl û pereyê wî jê hatine standin, ew hatiye desteserkirin û heqaret lê hatiye kirin.
Piştî berdana wî, ev bûyer bû sedema hêrsa Durziyan û wan jî wekî bertek dest bi revandina endamên Erebên Bedewî kir.
Birêvebirê Ragihandinê yê Siwêdayê Murehf Şaîr ji Rûdawê re ragihand ku heta êvara yekşemê hejmara revandiyan gihiştiye 24 kesan.
Amarên dawî: Bi sedan kuştî û birîndar hene
Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di encama şer û pevçûn û bombebaranên li taxa Meqûsê ya li rojhilatê bajarê Siwêdayê û deverên din ên parêzgehê de bi giştî 89 kes hatine kuştin.
Li gorî heman çavkaniyê, ji kuştiyan nêzîkî 50 kes Durzî ne (du ji wan zarok in, jinek jî heye), 33 kes ji Erebên Bedewî ne û 6 kes jî ji hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Sûriyeyê ne.
Her wiha nêzîkî 200 kesî jî birîndar bûne.
Hewldanên ji bo rawestandina şer
Birêvebirê Ragihandinê ya Siwêdayê Murehf Şair tekezî li ser hewldanên aştiyê kir û got:
“Ji aliyê rûspiyan û Hikûmeta Sûriyeyê ve ji bo kontrolkirina rewşê hewl hene.
Rêbertiya ruhanî ya Durziyan bi nûneratiya Serokê Mezhebî yê Durziyan Şêx Hecerî daxuyaniyek belav kir û daxwaza rawestandina pevçûnan kir.”
Her wiha ji aliyê eşîran û Şêx Hemûd El Henawî û Parêzgarê Siwêdayê ve jî daxuyaniyên cuda ji bo rawestandina şer û parastina aştiya civakî hatin belavkirin.