Wan: Di êrişa bi çekan de bav hat kuştin, 3 zarokên wî jî birîndar in

Li navçeya Rêya Armûşê ya parêzgeha Wanê di encama êrişeke çekdarî de bav hat kuştin, 3 zarokên wî jî birîndar bûn.

15 Tîrmeh 2025 - 12:08
15 Tîrmeh 2025 - 12:08
 0
Wan: Di êrişa bi çekan de bav hat kuştin, 3 zarokên wî jî birîndar in

Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya 2 zarokan giran e.

Li gorî agahiyan, bûyer şeva borî derdora saet 22:00an li taxa Selîmbeyê ya navçeya Rêya Armûşê ya parêzgeha Wanê qewimî.

Kesê bi navê O.K. dema bi zarokên xwe re ber bi mala xwe ve diçû, li parka sîteya ku lê diman rastî êrişê hat.

Di êrişê de O.K. li cihê bûyerê mir.

Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Tîman zarokên birîndar piştî midaxeleya yekem birin nexweşxaneyên bajêr.

Polîsan li cihê bûyerê û derdora nexweşxaneyan tedbîrên tund ên ewlehiyê standin.

Ji bo girtina êrişkar an êrişkaran lêpirsîneke berfireh hat destpêkirin.