Kî û kî beşdarî merasîma danîna çekan dibin?
Hat ragihandin ku dê gelek kesayetiyên payebilind ên Kurd û nûnerên hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê beşdarî merasîma çekdanînê ya PKKyê ya li Silêmaniyê bibin.

Li gorî agahiyên ku gihîştine ajansa Rûdawê, navên kes û saziyên ku dê beşdarî merasîma li Silêmaniyê bibin ev in:
- Nûnerên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK): Besê Hozat û Mustafa Karasu
- Nûnerê Serok Mesûd Barzanî: Hêmin Hewramî
- Nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî: Dilşad Şehab
- Nûnerê Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê
- Nûnerê Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê: Lîwa Tariq Ehmed
- Nûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)
- Hevserok û şandeya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê(DEM Partî)
Tê payîn ku îro, (11ê Tîrmeha 2025an) li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê, komeke gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di merasîmeke sembolîk de çekên xwe deynin.