HSD: Êrişên li ser Siwêdayê rawestînin!
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) êrişên li ser Siwêdayê şermezar kirin û diyar kir ku ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan divê derfet li pêşiya hewldanên nîştimanî werin vekirin.

Li bajarê Siwêdayê yê Sûriyeyê, şer û pevçûnên dijwar ên di navbera Durzî û eşîrên Ereban de berdewam dikin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê şer û êrişên li Siwêdayî daxuyaniyek weşand.
“Em banga agirbestê û garantiya ku ev êriş dubare nebin dikin”
HSDyê êriş şermezar kirin û wiha got:
"Em êriş û binpêkirinên domdar ên li gund û bajarokên parêzgeha Siwêdayê şermezar dikin ku di encamê de hejmareke kesan jiyana xwe ji dest da, bi dehan mal û mezreyan sivîlan hatin şewitandin û wêrankirin.
Êrişên domdar ên li ser gelê me yê Siwêdayê û tengavkirina domdar ên jiyana wan, çûn û hatin û xwestekên wan, ji bo me çavkaniya fikaran e. Di heman demê têkbirina hêviyên Sûriyeyiyan e.
Em banga agirbestê û garantiya ku ev êriş dubare nebin dikin.
Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan divê derfet li pêşiya însiyatîvên nîştimanî were vekirin ku li gorî hêviyên hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê be."