Sûdanî: Tehran dixwaze bi Washingtonê re li hev bike

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand, Îsraîlê di êrîşên xwe yên ser Îranê de asmanê Iraqê binpê kiriye û da zanîn ku "têkilî û danûstandina ligel komên çekdar ên hevalbendên Îranê li Iraqê, karekî westîner e û hewldaneke mezin jê re pêwîst e."

15 Tîrmeh 2025 - 12:21
15 Tîrmeh 2025 - 12:21
 0
Sûdanî: Tehran dixwaze bi Washingtonê re li hev bike

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro 14ê Tîrmehê, di hevpeyvînekê de ligel rojnameya "Al-Sharq Al-Awsat", tirsa xwe ya ji dubare destpêkirina şer û êrîşên navbera Îsraîl û Îranê neveşart û got, "Îran welatekî girîng e li herêmê û divê hemû alî ji bo parastina ewlehî û seqamgiriya navçeyê bixebitin."

Sûdanî her wiha piştgiriya Iraqê ji bo nêrîna Serokê Amerîkayê Donald Trump a kontrolkirina şerên li herêmê anî ziman û got, ev yek rê li ber şerekî malwêranker digire.

Derbarê helwesta Îranê de, Serokwezîrê Iraqê diyar kir ku di hevdîtinên xwe de ligel berpirsên Îranî, wî dîtiye ku Tehran dixwaze bi Washingtonê re li hev bike, bi mercê ku berjewendiyên wê li ber çavan bên girtin. Sûdanî her wiha got ku Îranê di asta dînî û fermî de biryar nedaye ku bibe xwedî çeka atomî.

Li ser mijara Sûriyeyê jî, Sûdanî got ku ew "hinekî" ji rewşa nû ditirsin û ev tirs weke "şîretekê" pênase kir. Wî ezmûna Sûriyeyê bi ya Iraqê ya piştî sala 2003an re şiband û tekez kir, ji ber pirrengiya li wî welatî, pêwîst e di paşerojê de mafê hemû pêkhateyan were parastin.

Mihemed Şiya Sûdanî her wiha rexne li helwesta Serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed girt ku hevdîtina ligel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan red kiribû û got, "Ew xeletiyek bû," ji ber ku Iraq û welatên din di wê baweriyê de bûn ku ev hevdîtin dê zemînê ji bo kêmkirina aloziyan xweş bike.

Di dawiyê de, Sûdanî behsa pêwendiyên bi cîranan re kir û got, "Pêwendiyeke me ya baş ligel Tirkiyeyê heye û li ser gelek astan danûstandin di navbera me de heye." 

Derbarê pêwendiyên Bexda û Tehranê de jî got, "Pêwendiyên me yên olî, çandî, civakî û berjewendiyên hevbeş hene, lê her welatek rijd e li ser wê yekê ku destêwerdanê di karûbarên navxweyî yên hev de neke."