Polîsan malbatek ji ber stranên Kurdî derb kiribû: Zarokekî di zikê dayîka xwe de zerer dît

Li Stenbolê bi îdiaya ku muzîka Kurdî guhdar kirine, di navbera polîs û malbateke Kurd de nîqaş derket.

15 Tîrmeh 2025 - 12:11
15 Tîrmeh 2025 - 12:11
 0
Polîsan malbatek ji ber stranên Kurdî derb kiribû: Zarokekî di zikê dayîka xwe de zerer dît

Li Stenbolê bi îdiaya ku muzîka Kurdî guhdar kirine, di navbera polîs û malbateke Kurd de nîqaş derket.

Piştî nîqaşê 10 kes bi derban hatin desteserkirin û zarokek jî di zikê dayîka xwe de mir.

Şaxa Stenbolê ya Komaleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) vîdeo derbkirinê belav kiriye  û gotiye:

“Dema malbatek ji seyranê vedigeriya hinek polîsên ne peywirdar ji ber ku di otomobîla wan de muzîka bi Kurdî vekiribû xwestiye dîmenên wan bigirin û wan jî îtiraz kiriye lê polîsan şkence li wan kiriye û ew desteser kirine.

10 endamên heman malbatê desteserkirî ne. Yek ji wan zarok û yek ji wan jî jineke ducanî ye

Di vê serdema ku tê de peyamên yekîtî û hevgirtinê bi awayekî berfireh tên dayîn, divê demildest derbarê wan karmendên ku tehemula wan ji muzîka Kurdî re jî nîne û bi şkenceyê bersivê didin lêpirsîneke pêwîst dest pê bike û polîsên sûcdar ji kar bên dûrxistin.”

DEM Partî: Nayê qebûkirin

DEM Partiyê jî ragihand ku hinek kesên guhdariya stranên Kurdî kiriye ji aliyê polîsan ve hatiye derpkirin.

Di daxuyaniya DEM Partiyê de hat gotin ku kesên muzîka Kurdî guhdar kiriye û polîsan ew kesên ku muzîk guhdar kirine derp kirine.

Daxuyanî wiha ye:

"Kesekî ku îdia dike polîs e û tehemul nake malbatek guhdariya muzzîka Kurdî bike, gazî hinek polîsên din kirine û endamên malbatê ku di nav wan de zarok û jineke ducanî jî hene, derp kirine. Ev yek nayê qebûkirin.

Em dê li hemberî vê êrişa dermirovî bêdeng nemînin û em dê bibin şopdarê bûyerê û hemû hewldanên pêwîst bikin.

Em bang dikin ku divê hemû polîsên ku ev êriş pêk anîne demildest ji kar bên dûrxistin û pêvajoya hiqûqî bi awayekî bilez, bibandor û şeffaf were meşandin."

“Zarok mir”

Serokê berê yê HDPyê yê Stenbolê Erdal Avci, li ser hesabê xwe yê Xê ragihan ku jina ducanî zaroka xwe ji dest daye.

Erdal Avci got, "Zarok mir. Bêyî ku ji dayîk bibe, çavên xwe veke û oksîjena yekem bikişîne kezeba xwe û bigirî,  hat kuştin.

Zarok mir, rewşa tenduristiya dayikê ne baş e. Dema dayika ducanî Kurd be, bi lingan zarok tê kuştin.

Hêrs dikeve pêşiya rêgez û telîmatan, şkence serbest dibe. Zarok mir!"

Daxuyaniya ji Navenda Tekoşîna li Dijî Dezenformasyonê

Navenda Tekoşîna li Dijî Dezenformasyonê ya Serokatiya Ragihandinê derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Îdiayên bêbingeh ên ku li ser hin organên çapemeniyê û hesabên medyaya civakî bi armanca provokekirina raya giştî û berevajîkirina rastiyê li ser bûyereke asayîşê ya li parêzgeha me ya Stenbolê hatine belavkirin, berhema dezenformasyonê ne û teqez rastiya bûyerê nîşan nadin."

“Tiştên qewimîn wehşeteke tam e”

Ahmet Kayayê ku endamê herî mezin ê malbata Kayan e û di heman wesayîtê de bû, di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Edaleteke wiha li kîjan devera cîhanê heye? Tiştên qewimîn wehşeteke tam e, ne tiştekî din e.

Daxwaza min a tekane ev e, ez rastî vê heqaretê hatim, min ev tişt jiyan, bila kesên din van nejîn.”

“Ji serî heta binî meseleyeke siyasî ye”

Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê yê Stenbolê Çinar Altan jî got:

“Ev mesele ne meseleyeke edlî ye, ji serî heta binî meseleyeke siyasî ye.

Em dizanin ku motîvasyona bingehîn a li pişt vê êrişê tehemulnekirina muzîka Kurdî ye.

Civaka me û em li hemberî van cure qehremaniyên erzan û nijadperestiya li pişt wê rê nedan û ji niha û pê ve jî dê rê nedin.

Nijadperestiyê tiştek nedaye vê civakê û ji niha û pê ve jî dê nede.”