Îsraîl gefê li Şamê dixwe: Heta hûn ji Siweydayê dernekevin em ê êrîşan bidomînin
Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê gef li hikûmeta Sûriyeyê xwar ku heta hêzên xwe ji bajarê Siweydayê venekişîne ew ê êrîşên xwe yên asmanî bidomînin.

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Yisrael Katz îro 16ê Tîrmehê, bi tundî hikûmeta Sûriyeyê hişyar kir û daxwaz kir ku demildest hêzên xwe ji bajarê Siweydayê yê ku piranîya xelkê wê Durzî ne, vekişîne.
Katz tekez kir, ew ê piştgiriya xwe ya ji bo Durziyan bidomînin û got: "Em ê dest ji Durziyên li Sûriyeyê bernedin û em ê siyaseta bêçekkirinê ya ku me biryar daye ferz bikin. Em ê êrîşên xwe yên li ser hêzên rejîma Sûriyeyê bidomînin, heta ku ew ji Siweydayê vekişin."
Helwesta Şamê û nerazîbûna Durziyan
Ev gefên Îsraîlê di demekê de tên, Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê duh Sêşemê ragihandibû ku wan "kontrol li ser bajarê Siweydê ferz kiriye". Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyeyê li ser bingeha rêkeftinekê ligel rûspiyên bajêr agirbesteke tam ragihandibû.
Lê belê, yek ji Şêxên payebilind ê Durziyan, Hîkmet El-Hicrî, ku di destpêkê de pêşwazî li hêzên hikûmetê kiribû, piştî demekê bang li xelkê kir ku "bi hemû derfetan li dijî vê êrîşa hovane li ber xwe bidin."
El-Hicrî di daxuyaniyekê de got: "Tevî ku me ji bo silametî û ewlehiya gel û zarokên xwe ev daxuyaniya şermezarkirinê qebûl kir, wan soz û peymana xwe şikandin û bombebarana bêserûber a li ser sivîlên bêparastin domandin."
Li gorî amarên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ji roja Yekşemê 13ê Tîrmehê ve, di encama pevçûn û kuştinên meydanî de, 250 kes hatine kuştin.