Li Siwêdayê hejmara kuştiyan bû 203

Hat ragihandin ku li parêzgeha Siwêdayê ya Sûriyeyê hejmara kuştiyan bûye 203.

16 Tîrmeh 2025 - 11:58
16 Tîrmeh 2025 - 11:58
 0
Li Siwêdayê hejmara kuştiyan bû 203

Li parêzgeha Siwêdayê ya ku piraniya şêniyên wê Durzî ne di rojên borî de di navbera komên çekdar ên Durzî û eşîrên Ereb ên Bedewî de pevçûnên dijwar derketin.

Hikûmeta Sûriyeyê ji bo kontrolkirina rewşê hêzên artêşê şandin herêmê.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li Siwêdayê hejmara kuştiyan bûye 203.

Ev hejmar piştî pevçûnên roja yekşemê yên di navbera Durziyan û eşîrên Bedewî û hêzên hikûmetê de hatiye tomarkirin.

SOHRê da zanîn ku hejmara kuştiyên “pevçûn û înfazên meydanî yên li Siwêdayê” ji sibeha yekşemê ve gihiştiye 203 kesan" û hejmara qurbaniyan wiha ye:

• 92 Durzî ku 21 ji wan sivîl in û "bi awayekî meydanî bi guleyên endamên wezaretên karên navxwe û parastinê hatine kuştin.”

• 93 endamên hêzên hikûmetê.

• 18 çekdarên Eşîrên Bedewî yên Ereb.